- Li Amedê Platforma Zimanê Kurdî panelek lidar xist. Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî ku beriya panela “Zimanê Kurdî û Makezagona Nû” daxuyanî da got:“Zimanê Kurdî li bakurê Kurdistanê di xetereyê de ye.”
Platforma Zimanê Kurdî panela bi mijara “Zimanê Kurdî û Makezagona Nû” ku Zimanzan û nivîskar Malmîsanîj, parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş, hiqûqnas Mehmet Emîn Aktar weke axivêr tevlîbûn li dar xist. Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî panel pêşkêş kir. Beriya panelê têkildarî daxwazên xwe yên li ser ziman Çand Amed a li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê daxuyaniyek da. Berdevkê platformê Şerefxan Cizîrî daxuyanî xwend. Gelek nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û nivîskar beşdar bûn. Şerefxan Cizîrî qala xebat û armancên platformê kir. Şerefxan Cizîrî anî ziman ku daxwaza platformê ew e ku Saziya Zimanê Kurdî di parlamentoya Tirkiyeyê de were guftûgokirin û damezrandin.
Şerefxan Cizîrî da zanîn ku bikaranîna Zimanê Kurdî li bakurê Kurdistanê di xetereyê de ye û got:“Divê rastîyên me vekirî werin gotin. Gelek mirovên Kurd asîmîle bûne, ji ziman, dirok, nasname û çanda xwe dûr ketine. Di têkiliyên civakî û siyasî de Zimanê Kurdî di asteke berfireh de nayê bikaranîn. Heke ev pêvajo wisa berdewam bike, wê neteweya Kurd li bakûrê Kurdistanê tûşî gelek zehmetiyên malkambax bibe.”
Ziman taca serê Kurdan e!
Şerefxan Cizîrî da zanîn ku ew weke Platforma Zimanê Kurdî dixwazin ku hişmendiya Zimanê Kurdi di nava gelê kurd de berz bibe û got:“Em daxwaz dikin ku partî û saziyên siyasî xebatên xwe bi Zimanê Kurdî bikin. Serok, şaredar, parlamenter û her wekî din baş bi Kurdî zanibin, bila serokên saziyên sivil jî bi Kurdî zanibin. Ango Platforma Zimanê Kurdi daxwaz dike ku zanebûna zimanê Kurdî di karê siyasî û civakî de bibe pîvaneke sereke. Ji ber ku ji bona miletê Kurd ev yeke erkeke netewî ye, exlaqî ye û bingehê hebûna me ye. Ji bo miletê Kurd ew pirsa man û nemanê ye.” Şerefxan Cizîrî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di nava xebata Platforma Zimanê Kurdî de heta niha baş zelalbûye ku parti û tevgerên Kurdan li ser daxwazên ziman û mafê netewî dikarin bi hevdû re kar bikin. Di pirsa ziman û mafê netewî de siyaseta Kurd bi girseyî ji xwe hevbeş bûye. Ev rastî ji baş diyar e. Ji ber vê yekê jî em bi hevdû re û bi yek dengî dibêjin; Zimanê Kurdî hebûn, nasname û taca serê Kurdan e!”
AW/AMED