Rejîmê Leyla Seîmî ji kar dûrxist

Pêncşem 12 Kanûn 2024 - 00:53

Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku mamostaya Kurd Leyla Selîmî ya xelkê bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê Lijneya Vekolîna Tawanên Îdarî ya Wezareta Perwerdeya Îranê ve ji bo du mehan ji kar hat dûrxistin. Hate diyarkirin ku Leyla Selîmî bi hinceta ‘beşdarbûna çalakiyên sendîkayê û endambûna Sendîkaya Mamostayên Sineyê’ hate cezakirin.

Leyla Seîmî 32 saliye, xwedî tecrubeya mamostetiyêye û di heman demê de çalakvana Sendîkaya Mamostayên Sineyê ye.

Hêjayî gotinêye ku di van demê dawî de êriş û zextên rejîma Îranê ya li ser zimanê Kurdî û mamostayên zimanê Kurdî zêde bûye. Heta niha nêzîkî 9 mamostayên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve bi hincetên cuda ji kar hatine dûrxistin û hinek jî hatine girtin û cezayê girtîgehê li wan hatiye birîn.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.