Felsefeya Ocalan û Alozîya sê Cisman

Ferat KEVIR nivîsand —

Şemî 27 Tîrmeh 2024 - 00:37

Heger rojekê bavê te li ber çavên te bikujin tê çi bike? Rêzefilma Alozîya Sê Cisman ya ku çîroka xwe ji Pirtuka Cixin Lui girtiye bi dîmenê kuştina bavê Ye Winjiye destpê dike! Bavê wê profesor e û di 1969’an de di Şoreşa Çandî ya Çinê de ji aliye fanatîkên rejimê ve tê kuştin! Rejîm Ye Winjiye rêdike dike saziyeke ku fezayê lêkolîn dike! Di nava salan de Ye Winjiye di qada fezayê de pispor dibe û bi fezayiyan re tekiliyê dideyne! 

Ye Winjiye bi kuştina bavê xwe ji mirovahiyê sar dibe û li gor wê mirovahî êdî nikare xwe bi rêve bibe û hewcedarî heye go Fezayî werin li Dinyaya me bi cih bibin û ew me bi rêve bibin. Ye Winjiye jiyan û lêkolînên xwe li ser vê xwestekê ava dike û amadekariya hatina Fezayîyan dike! Li gor hesabên ku tê kirin çarsed sal hewceye ku Fezayî bigihijin Gestêrka me! 

Başe lê kîne ev Fezayî? Çima dixwazin li gestêrka me  xwe bi cih bikin? Erê li gor film  li gestêrka me mirov êdî nikarin xwe bi rêve bibin! Li her derî şer heye! Tekîliya ku mirovahî bi xwezayê re di deyne li ser esasa tunekirina xwezayê ye! Rêza ku mirovahî li hember hev di deyne tune bûye! Nexweşiyên komî êdi zêdetir bûne! Kapîtalizm, çîn êdi gihaştiya asta herî bilind!  Kêm zêde em problemên gestêrka xwe dizanin. Gera mirovan a li fezaye ne ku li cihekî xweştir go tê de bijîn , gera wan bi meraqa wan ve giredayî ye, mirov tenê dixwazin egoya xwe tatmîn bikin! Lê problemên ku fezayî di gestêrka xwe de dijîn ji problemên gerstêrka me gelekî cûdatir in! Li gerstêrka ku qewme San-Ti tê de dijîn problema Aloziya Sê Cisman heye! Li gestêrka me Heyv û Tav heye û gestêrka li gor tevgerên wan dizîvire û xweza jî xwe li gor wan nû dike û pê re jî demsal çêdibin, texmîna hewaye tê kirin, mirov xwe li gor demsalan organizde dike! Ji ber ku di rêgeha dinyaya me de du cism hene (Roj û Heyv) di dûr bûn û nêzîkbûna wan de alozî dernakeve! Lê problema Netewa San-Ti ya ev e ku di rêgeha gerstêrka ku tê de dijîn de ne du sê cism hene! Ji ber wê jî ne dikarin texmîna demsalan bikin ne jî ya hewaye! Rêgeha gerstêrka wan ne bi îstikrar e! Gerstêrka wan geh nêzî tavê dibe û netew hemû dişewitin geh jî ji tavê pir dûr dikeve û vêca jî gel diqerisin. Rêveberîya San-Ti yan jî ji bo çareseriyan bibîne tekîliya Ye Winjiye dipejirîne û tekiliyê bi gerstêrka me re dideyne. Armanca wan ew e ku di serî de bi alikariya zanistên gerstêrka me çareseriyekê ji gerstêrka xwe re bibînin û dû re zanistên gerstêrka me bikujin û gestêrka me bêhêz bikin. Li gor wan di nava fezayê de gerstêrka herî îdeal ku tê de jiyan bê ava kirin gerstêrka me ye! Divê di demeke kin de ev gerstêrka bê dagir kirin û ji bo Neteweya San-Ti yan bê amadekirin. 

Reveberên gerstêrka me ji kirinên Ye Winjiye haydar dibin, li gor hesabê Ye Winji Neteweya San-Ti yan wê çarsed salên din bigihijin gerstêrka me! Dema ew hatin jî divê mirovahî amade be! Rêveberiya ku amadekariya parastina li hember Neteweya San-Ti yan dike ji sê kesên zane go parastinê birêve bibe dibijêrin. Yek kes Çînî ye ku di qada teoriya şer de pispor e, yek kes İngîlîz e û di qada zanistiyê de pispor e. Yek jê jî jineke Kurd e, ew ji di qada şerê asimetrik(gerîla) de pispor e û navê wê Leyla ye. 

Başe naxwe ev jin a ku di koma kesên go wê gerstêrka me rizgar bike kî ye? Leyla kî ye?Leyla çiye? Leyla jin e! Leyla ew jin a ku di şoreşa Rojava de hêza xwe bi dinyayê daye pejirandin e! Leyla ew jin a ku bi felsefeya Serok Abdullah Ocalan hatiye xemilandin e! Leyla ew jina ku ev çil sal in li çiyayên Kurdistanê  li berxwe dide ye! Leyla ew jina ku bavê wê malbata wê nas û dostên wê gelê wê û dostên gelê wê ji aliye Daîşê û hevkarên Daîşê  ve hatine qetil kirin e. Leyla hêvî û armancê xwe li ser axa vê gestêrkê ava kirin! Ji bo vê gestêrke li berxwe da! Leyla û rêhevalên Leyla ji bo ku ev gestêrk ji mirovahîye re bibe hêlîneke ewle li berxwedan û îro jî mohra xwe weke jinên Kurd di asta Navnetewî de di rizgarkirina gestêrka me de li dîroka berxwedanê dane! 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.