Ji bo Azadiyê

Ferat KEVIR nivîsand —

Pêncşem 6 Hezîran 2024 - 02:45

Tişta ku ruh dide filmekî, çîrok û senaryoya wî filmî ye. Derhêner dikare ji senaryoyeke baş, filmekî xirab derxe, lê bes ti derhêner nikare ji senaryoyeke xirab filmekî baş derxe! Ev matematîka sînemayê ye. 

Filmên berxwedanê, mijarên xwe ji rastîya civakê digirin. Senarîst li gorî mijarê bi wan kesên ku tevlî wê berxwedane bûne yan jî ew berxwedan ji nêz ve şopandine, hevdîtinan dike û li gorî van hevdîtinan çîroka xwe dihûnênê. Heger senarîst rewşa ku qewimiye li gorî rêza bûyeran wê bide, û hûnandinê deynê keviyekê, ji bo filmê  ku ew ê çêke, ne senaryo, lê bes wek rewşa qewîmî, derdikeve holê. Dema Derhêner bêje, ez ê rewşa ku qewimîye bidim, wê deme şêwe jî êdî ne filmê sêwirandiye, lê belê belgefilm yan jî belgefilmê hatiye lîstin e!

Di sînemayê de hîmê bingehîn, avakira çîrokê ye, yanî hûnandin e. Heger film ji van herduyan jî bêpar be, wê demê derhêner wê filmekî qels derxe pêşiya temaşevanan. Wekî din jî tevlihevbûna mijaran mesele ye! Derhêner nikare bi filmekî berxwedana çil salî ravê bike. Senaryo zêdetir balê dibe ser wê mijara ku qewimiye û karekterekî dibijêre, bi karakterên alîkar jî çîroka xwe bihêz dike.

Filma Ji bo Azadiyê, bi mijara Berxwedana Sûrê daketiye. Lê Berxwedana Sûrê çima dest pê kiriye, çilo bi pêş ve çûye, kêm hatiye danîn. Heger ev film ji bo ku Dinya meseleya Berxwedana Sûrê fêm bike, hatibe çêkirin, Senaryo ne di wê astê de hatiye nivîsandin. Senaryo xwe di Kurdistanê de teng hiştiye yanî tiştên ku me bi çavên serê xwe dîtin, dîsa bi sînemayê bi me dide temaşekirin. Amadekariya Berxwedana Sûrê, weke amadekariyeke amator hatiye amadekirin. Lehengên Sûrê, baş nehatine analîzkirin. Ev kes kî ne ji ku hatine Sûrê,  dixwazin li Sûrê çi bikin, yên li hemberî wan kî ne, ew dixwazin çi bikin, qels hatiye ravekirin. 

Film li gorî rewşên ku hatiye çêkirin ji aliye teknîkî ve serketî ye. Dîmenên şer, bikaranîna kamera, efektên teqînan, dîmenên şer pirr serketî ne. Di Sînemaya Kurdî de gihîştina vê astê ji bo paşeroja sînemaya Kurdî gaveke mezin e. Amadekirina Platoya Sûrê, pirr baş bû.

Ferqa wê ji ya Holywoodê nebû. Koma hunerî, karê xwe pirr baş kiriye. Ji serê filmî heta dawiya filmî, temaşevan xwe di nava Sûrê de hîs dike. Cil û berg, atmosfera şer, birîndarbûn û wekî din. 

Koma makyajê jî bi heman şêweyî karekî serketî kiriye. Derhêneriya dîmenan atmosfera şer û Sûrê baş girtiye. Girte û dîmen pirr baş bûn. Tevgera kamerayê ya di nava şer de şopa xwe nas dike. Baş tevdigere û qerekterên filmî baş dişopîne. Film ji hêla xwe ya teknîkî ve di asta sînemaya dinyayê ya bipêşketî de ye. Lê di vir de xalek heye ku mirov paşguh neke. Mesele ne teknîk e, mesele ruhê avakirina çîrokê û pêve girêdayî meseleya senaryoyê ye. 

Kurt û Kurmancî! Filmê “Ji bo Azadiyê” asta sînemaya Kurdî ya teknîkî bi şêweyekî baş derxistiye holê! Gellek Sînemayên Dinyayê hê negihîştine vê astê! Di vê rewşê de asta  produksiyonê di çêkirina filmên berxwedêr de asta herî jor e. Ya ku dikeve ser milê me, avakirina çîrokê û senaryoyeke serketî ye. Ji bo vê jî rê diyar e. Berê xwe bide çîroknûs, wêjekar û helbestvanên welate xwe! Heger em van xalan jî bi serketî pêk bînin, em ê sînemaya Kurdî jî bikin taca serê sînemaya dinyayê.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.