Doxên* 

Ferat KEVIR nivîsand —

În 17 Gulan 2024 - 17:30

  • Salên 90’î salên talankirina Kurdistanê bû! Dewleta Tirkan bi konsepeteke şerê nû êrişa xwe li ser Kurdistanê zexmtir kiribû! Çi gundên ku pişta wan li çiyayan bûn ji xwe re kiribûn hedef. Di navbera şeş heft salan de Dewleta Tirk 30 hezar gund bi darê zorê vala kiribû! 

Salên 90’î salên talankirina Kurdistanê bû! Dewleta Tirkan bi konsepeteke şerê nû êrişa xwe li ser Kurdistanê zexmtir kiribû! Çi gundên ku pişta wan li çiyayan bûn ji xwe re kiribûn hedef. Di navbera şeş heft salan de Dewleta Tirk 30 hezar gund bi darê zorê vala kiribû! Şêniyên gundan neçar mabûn ku gundên xwe li dûv xwe bihêlin û bere xwe bidin Metropolên Tirkan. Bêgûman jiyan êdî tu caran ji bo wan şêniyan nema wek bere bû!. Mal û milken xwe gundî û ciranên xwe,serpêhatiyên xwe û taybetî jî mêvanên şevên tarî li pey xwe hiştibûn û bere xwe dabûn xeribistane! Dema ku malbata Doxên bere xwe dabûn Antalya Doxên hê di pêçekê de bû! Bavê Doxên salek û sê mehan Tutina Xursê kijand bû. Piştî ku Tutina wî xilas bû êşa dile wî jî temirî! Êdi qet qala gund û vegera gund nekir! Her roja ku Doxên mezin dibû qermîçonkê ruyên Bavê Doxên diyartir dibûn! Camêr li Xerîbistane malbata xwe li ser piyan hiştibû. Ji bilî Doxên şeş kevçiyên din jî li ser sifre zêde kiribû. Qehra nava xwe ji pişta jina xwe derxistibû! Roja ku Doxên ji hijdeh saliya xwe roj stand kete ferqa dinyaye! Êdî dilê wî jî û mêjîye wî jî danîheva pirteqanan ranedikir. Tu bêje Doxên rojeke jî çûye mektebe kes bawer nake! Ne haya Doxên ji mektebe çêbû ne jî planek bavê Doxên li ser wî hebû ku wî bide xwendin û jê fêrisekî derxê! Hiş û aqilê bavê Doxên di qeraçên gund sing kutabûn! 
Piştî zemanekî Doxên li tenişta bavê runişt û meqseda xwe jê re rawe kir! Li gor Doxên pariyê nanê wî ê li ser sifreya bavê wî qediya bû! Ew neçar mabû ku bere xwe bide bide Ewropa û li Kolanên xemilandî ên Ewropa bide pey şûna jiyanek nû! 
Doxên şeş mehan kete dûv qeçaqçiyan! Dema bavê wî pereyên qeçaqçiyan teslimi wan kir Doxên jî xwe teslîmî Dewleta Almanan kir! Li gorî Doxên difikirî wê her tişt pir baş meşiyabane û wê di demeke kin de heqê runiştinê standibane! Ma ne di dawî de Dewleta Tirkan Gundên wan vala kiribû,agir bi mal û koxên wan ve kiribûn û neçar hiştibû Bavê Doxên bere xwe bide Xeribisitane! Lê ev çîrok qet bala şêwirmendê Doxên ne kijand! Ev çîok ne ya Doxên lê bes ya Bavê Doxên bû! Heger Bavê Doxên li ser vê çîrokê İltica kiriba ixtimala ku li Almanya runiştina Generalan bistêne! Lê Doxên di vê çîrokê de ne kirde bû bes tene hijmarek li ser sifrê bû! Ji bo ku Doxên xwe li Almanya bi cih bike kete dûv vir û derewan! Heya roja doza Doxên hat di sere feqîro de sêzdeh roviya tûr diavêt! Her yekî ji ê din re vir dikir! Di dawî de Roviyek bi ser ket û berê Doxên ê me da nêpenîye! Piştî ku Doxên ji doza ilticayê derket derûniya wî serobinoyî bû! Doxên îfadeya xwe li ser doza xwînitiye dabû! Hingî Dozgerê Almanan pirs jê kiribûn û tercûmanê wî ew tirsandibû Doxên jî ji Doxêntiye derketibû û xwe weke kesekî ku birastî xwîniyên wî hene û li dûv şopa wî ne tevdigeriya. Roja runiştina doza Doxên bû roja têkçûyina jiyana wî! Doxên êdî li hember dijminê xwe ê xeyalî tedbîrên ciddi digirtin! Heya derketibane derve deh caran kolan qontrol dikir,şepqeyek reş dikir sere xwe û berçavkek reş dida ber çavên xwe ku kes wî nas neke! Dema li trêne siwar dibû li qoltixe herî dawî siwar dibû! Ne mecbur bane dernediket derve! Derîyê malê çar caran mifte dikir û di bin balgehê wî illeh kêrek hebû!  Her meha ku bersiv ji Doza İlticaye nedihat rewşa Doxên xirabtir dibû! Her mehek pora xwe bi rengekî din boyax dikir. Qarta telefona xwe sere hefteyekê diguharand! Herçiqas mala wî li qata çaran jî bû ji paçeyên xwe re mifte kirîbû! Doxên xwe xistibû derûniyeke wisa de ku Dewleta Almanan dedektif daye pey wî û dixwaze bizane bê ma ka birastî Xwînîyê Doxên hene an na! Lê roja ku Doza Doxên li gel Dozgerê Alman qediya alikarê Dozger dosyaya Doxên rakir ser ref û li wir hişt! Doxên şeş salan di Derûniya ku xwînîyên wî hene de jiya! Waswasa ku li dile xwe bar kiribû mêjiyê xwe ji pê da bû bawer kirin! Rojeke dîsa di nivî şeve de dema Doxên ji tirsa nava xwe şiyar dibe û berê xwe dide qurtek av,xwinîyê wî ê xeyalî ji piştve bi qemçika wî digire û û wî ji paçeya ku çar caran mifte kiribû diavêje xware! 

*(Çîrokên Kolanên Ewropa ên Xemilandî!)

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.