Filma Parazît-ên Dewlemend!

Ferat KEVIR nivîsand —

Şemî 14 Îlon 2024 - 00:28

Bergeha xizaniyê jî weke xizaniyê teng e! Paceyên malên wan jî teng in! Ji ber wê ye ku li her tiştî teng dinerin! Li hember vê jî Bergeha dewlemendiyê fireh e,paceyên malên wan jî fireh in û ji ber wê ye ku li her tiştî fireh dinêrin! Ji xwe dîmenê pêşî yê Filma Parazît jî ji paceyeke qata zemîne ku bergeha wê li kolanê dinêre!  Lê dema em derbasî mala dewlemend dibin him xanî mezin dibin him jî pace ji xwe pê re jî bergeh mezin dibe! 

Filma Parazît piştî ku ewqas xelat standin bala min kişand ku temaşe bikim û çend peyvan li ser rêz bikim! Ji Oscar a Emerîkan a Kapîtalîst heya Cannes a Fransîya Kolonyalîst çi Xelatên ê baş hebûn li ser dolaba xwe ya malê rêzikandine! Bêgûman heger filmek ne li gor wan û feraseta wan be layiqî xelatên wan jî nabe!

Filma Parazît ji aliye Derhênere Koreya Başûr Bong Joon-ho ve hatiye nivîsandîn û çêkirin! Çîroka film Reşkeniyeke û bi vê şêweyê jî asta rewşa aborî ya civaka Koreya Başûr şîrove dike! Film bi çîroka xwe rastîya ku civaka Koreyî tê de ne nîşanî me dike lê di encama xwendina film de em dibînin ku mesele ne tenê Kore ye. Ev meseleya xizaniyê û lember vê jî dewlemendiyeke bê sînor meseleyên dewletên dinyaya sêyemîn in! Di film de sê malbat hene! Malbatek jê gelekî dewlemend e! Her du Malbatên din jî hewl didin konê xwe li dora wê dewlemendiyê deynin û ji wê dewlemendiyê sûd bigirin! Di encamê de malbatek bi ser dikeve û derbasî nava mala dewlemend dibe! Di serî de kur weke mamoste derbasî malê dibe, piştre xûşka xwe jî weke mamoste dike malê de, bav weke şifêr, dê jî weke xizmetkar dikin nava malê de! Di dawî de mal di nava malê de ava dikin! Ji mala go bergeha paceya wê jêrzemin bû derbasî mala go bergeha paceya wê ezman dibin! Li gor wan wê rewş wilo dewam bikira, lê dûvre derket ku di civakê de yên ku di heman xizaniyê de dijîn û xwe spartina bermahiyên dewlemendan ne tenê ew in!  

Ji bo dewlemandan xizan Parazît in! Ne hedê wan e ku li hember wan kêmasiyekê bikin, ne jî bêhna wan a genî tê kişandin! Ma ne ji xwe bêhna ku ji şifêre xwediyê malê tê temsîla bêhna xizanan hemûyan e. Di metroyê de jî heman bêhna xizaniyê difûre! Ji xwe civak tije çîn in, îcar yeke din lê zêde bû! çîna bêhn geniyan!

Film ne ku rexneyekê li kapitalizme dike, rewşeke heyî û bê edaletiyê nîşanî me dide! Feqîr ne di wê hewldanê de ne ku vê rewşê biguherînin û pergaleke hevpar deynin! Ew bi xwe jî berê wan li kapitalizmê ye, ew jî dixwazin dewlemend bibin û ev çîn hercar di bin destên wan de be ku karibin li gor xwestekên xwe bikar bînin! Problema mezin a di civakan de ev e! Herkes ji rewşa xwe bi gazin e,herkes ji dewlemendan aciz e, lê bes tu kes ji bo ku ew dewlemendbûn ji holê rabê tevnagere! Di dawî de jî plana kurik derxist holê ku kapîtal çareya rizgarkirina bavê wî ye!

Kurt û Kurmancî, di welatekî de di navbera  dewlemendbûn û xizaniyê de ferqeke zêde hebe, ew welat êdî bûye hewşa dewlemandan! Di welatekî de heger xizanî  weke qeder hatibe pejirandin, di wî welatî de dewlemend çi hikme bixwaze dikare bike! Di welatekî de xizan, xizaniya xwe weke qeder pejirandibe û armanca wan a sereke derbasbûna çîna dewlemendiyê be, ew welat ji zû de têk çûye! Dûr neçin hema li welatên ku Kurdistan dagir kirine binêrin! Gelên wan bi salan di bin hikmê dewlemendan de çilmisîne, li ser şerê li hemberî Kurdan dewlemendan Qesr ava kirine û gelên xwe weke xulam dane dora xwe! Bêgûman ê ku vê bêedaletiyê napêjirîne jî disa em in! Yanî Kurd in!

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.