Tirkîye di 98’an Xelatên Akademîyê de di beşa “Fîlma Navneteweyî ya Herî Baş” de wê ji alîyê fîlma Murat Fıratoğlu ya bi navê “Yek ji Wan Rojên ku Hemmê Mir” ve bê temsîlkirin.
Komîteya Hilbijartina Oscar a Tirkiyeyê, ku ji 15 kesan pêk tê û nûnerên yekîneyên pîşeyî yên qada sînemayê ne, di encama nirxandina xwe ya ji bo namzediya Oscar a 2025’an de fîlma Murat Fıratoğlu wekî namzeda fermî hilbijart.
Fîlma sala 2024’an, behsa rojekê ji jîyana Eyûp dike piştî ku li Îzmîrê kar nabîne, vedigere bajarê xwe yê Siwêregê û dest bi karekî hişkkirina bacanan dike. Bûyerên ku bi hêrsa Eyûp a li hemberî karsazê wî Hemme, yê ku heqdestê wî nade, pêş dikevin, tengezarîya çînî ya li gundan diqewime vedibêje.
Murat Fıratoğlu, ku senarîst û derhênerê fîlmê ye, di heman demê de di rola sereke de cih digire. Di kadroya lîstikvanan de navên wekî Salih Taşçı, Sefer Fıratoğlu, Güneş Sayın û Ali Barkın hene, herwiha xizmên derhêner û gelê Siwêregê jî di fîlmê de lîstine.
Fîlmê di navbera 28’ê Tebaxê û 7’ê Îlonê ya 2024’an de di 81’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê de, di beşa “Orrizonti” (de promîyera xwe ya cîhanî pêk anî û li wir “Xelata Taybet a Jurîyê” wergirt. Herwiha fîlm di Festîvala Fîlman a Altin Koza ya 31’emîn de, ku di navbera 23-29’ê Îlonê ya 2024’an de li Edanayê hate lidarxistin, xelata “Fîlma Herî Baş” bi dest xist.
NAVENDA NÛÇEYAN