Replîkaya kampa Auschwitz çêkirin

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 18 Hezîran 2025 - 00:24

Muzeya Auschwitzê, ji bo parastina cîhê rastî yê ku lê fîlm kişandin ne mimkun e, ji bo derhêneran replîkayek dîjîtal a kampa komkirinê çêkir.

Berdevkê muzeyê Bartosz Bartyzel, di hevpeyvîna xwe ya bi Euronewsê re got: “Bi zêdebûna eleqeya li dîroka kampa Auschwitzê di cîhana sînemayê de, me replîkayek dîjîtal pêş xist da ku em bersivê bidin hewcedariyên çêkerên fîlman. Bi vî awayî, bêyî ku zirarê bidin yekparçebûna cîhê dîrokî, çîrokên resen dikarin bêne vegotin.”

Muze bi salan e bi çêkerên belgefîlm û fîlmên dirêj re hevkariyê dike, lê destûr nayê dayîn ku li Qada Bîrdariyê ya orîjînal a di bin parastinê de fîlm bêne kişandin. Bartyzel wiha lê zêde kir: “Replîkaya dîjîtal rêbazek nû ye ku dihêle çêkerên fîlman bi rêzdarî û exlaqî kar bikin.” Bi vî awayî, rastiya kampê û tevnê wê yê dîrokî dikare di hawîrdora dîjîtal de bê parastin û di berhemên sînemayê de bê nîşandan.

Fikir ji rastiyê qut nîne!

Bartyzel diyar kir ku fikra replîkaya dîjîtal ji hevkariya nêzîk bi çêkerên fîlman re derketiye holê û got; “Ev proje ji hewcedarî û zehmetiyên ku çêkerên fîlman di dema hevkariya rojane de anîne ziman, îlhama xwe girtiye. Ev fikir ne ji rastiyê qut e, berevajî vê, ji daxwaz û tecrubeyên rastîn ên civaka afirîner derketiye û ji dengê wan çêbûye.” 

Bi vî awayî, replîkaya dîjîtal li gorî nêrîn û daxwazên çêkerên fîlman hat dîzaynkirin.

Bartyzel diyar kir ku projeya replîkaya dîjîtal a bi navê “Picture from Auschwitz” bi hevkariya Muzeya Auschwitzê, Weqfa Auschwitz-Birkenau û tîmekê ku ji aliyê pisporê teknolojiyê Maciej Zemojcin ve tê rêvebirin. Konsepta projeyê di çend mehan de, bi hevkariyê û nîqaşên hevpar, zelal bû. Tîma teknîkî ji bo çêkirina kopyayeke dîjîtal a kampa Auschwitz teknolojiyên herî pêşketî yên dîjîtalîzekirina cîhî bikar anî. 

Bartyzel ragihand ku piştî ragihandina replîkayê, ji civaka fîlman û raya giştî reaksiyonên erênî hatine wergirtin û proje di platformên navneteweyî yên wekî Marche du Film a li Cannesê de jî hat pejirandin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.