Enstalasyonek û serpêhatiyeke folklorik

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 24 Hezîran 2025 - 00:56

  • Hunermenda Koreyî Haegues Yang ku di enstalasyonên xwe de bi serpêhatiyên folklorîk û mîtolojiyê dadikeve, berhemeke pirr balkêş afirandiye. Ew di vê enstalasyona xwe de behsa birayekî û xwişka wî dike ku xwe dispêre çîrokeke gelerî ya Koreyê.

Li seranserê cîhanê gelek serpêhatiyên folklorîk bi kok û bingeha roj û hîvê ve girêdayî ne. Li Koreyê ev çîroka gelêrî behsa birayekî û xwişka wî dike ku dema ji pilingekî hov direvin, bi hewldana xwe merdiveneke hesinî ya ku ji aliyê Xwedayê Ezmanan ve ji wan re hatiye şandin, vedîtin. Gava ku ew ber bi ezmên ve bilind dibin, ew her du dibin roj û hîv û piştî demeke kurt piling tê cezakirin, xwîna wî li ser sapên sorgumê (giyaê ku jê sivnik çêdibin) dirije. Ev mît e ku bûye îlham ji bo enstalasyona dawî ya Haegue Yang. Enstalasyona bi navê “Sonic Cosmic Rope” li Muzexaneya Hunerê ya Clevelandê tê nîşandan. Haegues Yang di vê enstalasyona xwe de çîrokbêjiya çandî, tevger û deng bi awayekî nazik tîne ba hev.

Gava mirov cara yekem çav bi “Sonic Cosmic Rope” dikeve, hêsan xuya dike, ji banê muzeyê bi awayekî şiqidantî daleqandî ye û tenê ji zengilên biçûk ên bi hev re girêdayî pêk tê. Lê belê, enstalasyon bi destdanê çalak dibe û zengil di cih de bi dengekî bersiv didin û di galeriyê de bi dengekî vala û hema hema tirsnak deng vedidin. Ev şingîna metalîk ne tenê akustîk e, lê di heman demê de dîtbarî ye jî; zengil bi nermî dihejin û ji bo lihevhatina bi lêdan, şemitandin û firçekirinê re cih diguherînin. Bi hev re, hêmanên destdanî û dengî yên Sonic Cosmic Rope rêwîtiya bira û xwişkên di merdivena mîtolojîk vedibêjin. Deng di benê Haegues Yangê de mîna marê ber bi jor ve dikişe tê xuyanê ku bira û xwişk jî di mîtolojiyê de heman tiştî dikin.

Rêûresmên devkî û folklorîk şirove dike

Bi pêşkêşiya xwe ya biheybet lê hêsan, Sonic Cosmic Rope mîna perestgeheke kevnar xuya dike ku ziyaretvanan vedixwîne ku li dora wê bicivin û bi baldarî guhdarî bikin. Balkişandina Yangê li ser deng, bi bîranîna ku çawa rêûresmên devkî û folklorîk bi dîrokê re bi gelemperî bi hev re têkel bûne, vê atmosfêra mîtolojîk jî xurt dike. Li vir, çîrokeke gelêrî ya sembolîk, ne bi dengê kesekî, lê bi kirinên wî tê vegotin, bi vî awayî heya parçeyên xwe yên herî bingehîn tê kêmkirin, û ev yek jî dengvedanên nerm ên zengilên enstalasyonê dixebitîne.

Projeyên balkêş û bi heşmet

Gelek berhemên hunerî yên Yangê, tiştên rojane yên wekî têl, lempe û mîna di mînaka Sonic Cosmic Rope de, zengil, ji nû ve dîzayn dike û wan dike projeyên bi heşmet û tevlihev. Mînak, di Clowny Yin Yang de, Yang panjurên Venedîk ên alumînyûmê ji nû ve bikar tîne û tiştekî mîna awîzeyeke mekanîk a mezin diafirîne. Ji aliyê din ve, Strange Fruit tevliheviya têlên elektrîkê, kablo û lampan nîşan dide û temayeke xwezayî bi materyalên teknolojîk re dike yek. Pratîka Yangê her wiha bi giranî li dora jestên beşdarî û performatîf dizivire.

Sonic Cosmic Rope her çend ji hêla ziyaretvanên muzeyê ve neyê destdan jî lê niha Muzexaneya Hunerê ya Cleveland tûrên rêberî yên ku berhem ji hêla karmendekî ve tê çalakirin pêşkêş dike. Tûr heya 25ê Hezîrana 2025an hene û dikarin li ser malpera CMAyê werin rezervekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.