Mamoste(Çîrokên Kolanan Xemilandî ên Ewropa)

Ferat KEVIR nivîsand —

Şemî 15 Hezîran 2024 - 00:25

Mamoste ji zû de dev çil saliya xwe berda bû û ber bi pêncî saliya xwe ve diçû! Li qontareke Qamişlo mal ji xwe re ava kiribû! Bavê wî hinek ked di berde da bû û ew li Helebê dabû xwendin! Dema kesekî jê dipirsî bê ma ka li Helebê çi xwendiye digo ez Mamoste me! Mamosteye me piştî ku dibistana xwe diqedîne wek Mamosteyê zimanê Fransî derbasî Qamişlo dibe! Xwe bi vir û wir dixe di dawî de Hikumeta Esad karekî ku hema jê debara xwe bike didiyê û dişîne Kurdistanê! 

Mamoste bi salan bêyî ku du peyvên Fransî bizane di dibistanekê de kar dike. Her wiha zarokên ku jê perwerde digirin jî ji bilî Kurdî tu zimanan nizanin! Mamoste bi salan li sûka Qamişlo bi Etîketa Mamosteyê Zimanê Fransî dan û standin kir, bi xêra Fransiyan ji xwe re mal û milk çêkir! Ji xwe re zewicî û neh zarok çêkirin. Di wan serdeman de rewşa Mamoste pir baş bû! Dema qala rejima Esad dibû deng jê dernediket, lê heger hinekan qala Berzaniyan dikir hestirên çavên wî dibû kanî beyî ku tu tiştek ji wan re jî kiribe! Meseleya wî tene derbas kirina roja wî bû! Roja ku çeteyan êrişî Serekaniya Rojava kir û bi sedan şêniyên bajêr kuştin YPG jî biryarên xwe digire ku êdî her şêniyek bajêr di vî şerî de kirdeyeke û divê ku fêrî bikaranîna çekan bibe! Dema Mamosteyê me yê ku hestir li ser şoreşa Berzanî dirijand ji cîranê xwe bihist ku YPG biryarek wisa daye, xwê kete laşe wî de! Radibû rudinişt ahd li Kurditiya xwe dida! Carekê YPG’ê li derîye wî xist ku çend tivingan deyne mala wî, lê Mamosteyê me ji zû de deriyê xwe mifte kiribû û bere xwe dabû Bakur! Weke ku tê zanîn her nasekî yekî ji Bakur li Rojava û her nasekî yekî Rojava li Bakur heye! Dema Mamoste bi pismamê xwe yê Bakurî re civat dikir guhê jina wî şahidê wan gotinan bûn: Wey pismam, ma ez yê şerim lo, îcar ev ji me kêm e,ez ê çawa rahijime tivingê? Kuro ji xwe zarokên min hê ciwan in! Yaw hema bi qedrê xwedê ke ka wê ciwanê min kurê min î delal çawa rahije tivingê û derbasî şer bibe? Piştî ku pismamê wî pirs jê kir bê ma ka wî bi xwe leşkeriya rejîma Esad kiriye an na Mamoste bê deng ma û bere xwe da Stenbola Tirkan! 

Mamoste salek û sê meh û sêzdeh rojan li Stenbolê jiya! Di wê navberê de zarokên wî fêrî Tirkî bûn. Mamoste çar zarokên xwe deyna tenişta xwe û bere xwe da Ewropa! Di doza îlticayê de li ser Kurdbûna xwe û zextên Esed û Daîş ê îfade da û xwe kire YPG! Bi vê sayê di sê mehan de runiştin stand! Roja ku derbasî xaniyê xwe yê çar ode û salonekê bû her sê zarokên wî yê din jî hatin cem! Her çiqas Mamoste kurê xwe yê mezin jî xwest dewleta Elman a destûra hatina wî neda, ji ber ku kurik nozdeh salî bû! Di navberê de sal sal derbas bûn. Mamoste diçû ku qala mamostetiya xwe ya Fransî dikir û dev diavêt YPG’ê! Li gorî mamoste evqas tiştên ku hatine sere wî sucê YPG’ê bû! Sedema terk kirina jiyana xwe ya berê weke YPG’ê didît! 

Mamsote bi salan hewl da ku kurê xwe yê li Stenbolê bîne cem xwe lê kir û nekir çareyek nedît! Ev kul di dile wî de heta hetayê ma! Hewla xwe da ku li Elmaya jî weke mamosteyê Fransî kar bike lê piştî ku Elmanan asta wî ya Fransî pîvan biryar dan ku mamoste divê pêşî fêrî peyvên Latinî bibe û ji ber wê jî derbasî qursa alfabe bibe! 

Mamoste sê mehan derbasî qursa alfabe bû û disa kê jê pisra karê wî dikir bersiva wî li serê zimanê wî bû: Ez majosteyê zimanê Fransî me û YPG nebaş e! Sal li pey salan mamosteyê me dev ji gotina Ez Mamoste me berda û dikanek ji xwe re vekir! Dema sibehan radibû xwe dixemiland û derbasî dikana xwe dibû! Li gor meşa wî şûr simbelê wî nedibirî! Maaşê heşt zarokan û yê wî û jina wî li ser de jî hatina dikanê hişê wî firandi bû! Êdî du meseleyên wî yên sîyasî nebûn! Rojeva Mamoste ev bû! Kî li Rojava erdê xwe difiroşe ku ew bikire û wê kurê xwe yê mezin çawa bîne Elmanya! 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.