Seyîd (Çîrokên Kolanan Xemilandî ên Ewropa)

Ferat KEVIR nivîsand —

Şemî 6 Tîrmeh 2024 - 00:52

Seyîd ciwanek hêja û berxwedêr bû! Piştî ku liseya xwe qedand carek du caran kete ezmûna zaningehê de û di sala xwe ya dûyem de li bajare Wanê beşa Rontgenê qezenckir. Malbata wî bi vê rewşe pir kêfxweş bû! Dema dêya wî ew ji Wêranşar rêwiyî Wanê kir bi çûyîna kurê xwe şanaz bû! Dilê wê çar kut lê dida! Doşekek hirî û lihefek pêmbû girêda û walizê wî tije xwarin kir!  Çend mehên pêşî Seyîde me  kêfa zaningeha xwe derxist ! Dêya wî her serê sê rojan lê digeriya û halê wî dipirsî! Bavê wî dema radihişte telefonê pirsa wî ya yekê ew bû ku ma ka pereyên wî hene an na? Bi xweşî û nexweşiya xwe Seyîd sala xwe ya pêşi qedand! Dema Seyîd derbasî sala duyem bû rewş bi giştî hat guhartin! Seyîd êdî xwe nas kiribû û ketibû nav tevgera ciwanên azad de! Piştî çend civînan Seyid jî çend peywir girtin ser milê xwe û tekoşîna xwe berdewam kir! Berî ku Seyîd bikeve ezmûnên xwe yên Zaningehê dewleta Tirk operasyonek li wî û hemû hevalên wî kir û ew girtin bin çav! Seyîd û hevalên xwe şeş roj şeş saetan di bin çavên dewleta Tirk de man! Di wan şeş roj û  şeş saetan de Seyit şêşt û şeş saetan lêdan ji çend sewlekên Tirk xwar! Dema Seyîd derbasî girtîgehê bû çar roj çardeh saetan xwe dirêj kir ku êşa laşê wî deyne!

Heya Seyîd fêrî atmosfera girtîgehê bû du sê meh derbas bûn! Li gel hevalên xwe yên PKK’ yî kêfxweş bû! Gelek tişt ji wan fêr bû! Salek û sê mehan bi wan re şîv xwar û wext derbas kir! Seyîd di doza xwe ya dawî de hat berdan,çawa hat berdan dêya wî bi sukura wî girt û ew bire gund! Çavê dêya wî lê bû ku wî bi keça cîrana xwe bizewicêne û serê wî girê bide lê Seyîd Zaningeha xwe qedandibû û li karekî digeriya! Seyîd piştî ku çend mehan li gund ma karek xwe li Amedê dît û piştî ku destên dê û bavên xwe paçî kirin derbasî Amedê bû! 

Dibêjin saet wek salan derbas dibin û sal jî wek saetan! Seyîd heft sal û heft mehan li Amedê di nexweşxaneya dewletê kar kir! Di wê navberê de li ser rêya Elezîze xaniyek ji xwe re kirî û dil da keçeke Amedî! Jiyan ji bo Seyîd di wan salan de şîr û şekir bû ku heya hevalê wî Musa lê gerîya û got va ye doza me bi dawî bûye û dewleta Tirk ji bo her yekî ji me şeş sal û sê meh ceza  dixwaze! Ji wê rojê ve Seyîd ji Musa û kesên navên wan Musa aciz ma!

Seyîdê min ê delal neçar ma! Xatir ji hezkiriya xwe xwest û berê xwe da Xeribîstane! Birayên Seyîd li Paris a xopan karkertiya avahiyan dikirin! Seyîd bi rêyên qeçax xwe gihand birayên xwe! Piştî hefteyekê birayên Seyîd lê kom bûn û teklîfa avahîkerî lê kirin.Herçiqas haya Seyîd ji vî karî nebû jî ji neçarî kar qebûl kir û bi birayên xwe re her heftê şeş rojan ji serê sibê heya şeşê esrê qesrê Fransîyan ava dikir! Heger rojekê destê wî an lingê wî êşiya bane ji bilî ku yewmîya xwe bistîne jê re roja betlanê bû! Wê rojê jî rudinişt dilê xwe ji hezkiriya xwe dirijand! Carcaran hezkiriya wî jê dipirsî bê ma ka çûye ber Eyfelê an na! Seyîd hergav derew dikir û digot hahoo ma Eyfel çiye cihek nemaye go ez li Parisê neçûmê! Hema bêje Eyfel, Şanzelîze, Muzeya Louvre, Palais Garnier, Sainte Chapelle û hewce nake bêjim ez çûme ser tirba Yilmaz Guney Guney û Ahmed Kaya!

Seyîd di cewhera xwe ne kesekî derewkar bû! Tenê dilê hez kiriya xwe xweş dikir! Feqirê Seyîd heftê şeş rojan û rojê çardeh saetan di avahiyan de kar dikir! Heft salan li Parîse ma lê rojekê rêya wî ne li Eyfelê ne jî li ser tirba Yilmaz Guney ket! Seyîdê me di heftê meha heftan de serê sibehê dema li ser avahiyê kar dike îskele dixurife û Seyîd ji hivdeh metreyan dikeve xwar de! Kes nizane bê Seyîd di wê kêliya de ku hivdeh metreyan kete xwar de çi di dilê re wî derbas bû! Dema dêya Seyîd ax li ser laşê Seyîd dirijand hezkiriya wî jî li benda peyama wî ya Rojbaşê bû! 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.