Heşt Çîn û Koreya Başûr

Ferat KEVIR nivîsand —

Şemî 10 Tebax 2024 - 00:43

Armanceke ji ya sînemayê ew e go mirov bide fikirandin, sînemakar bi nivîsandina mijara xwe, bi honandina çîrokê re peyamên xwe didin mirov. Sînemaya Koreya Başûr ji vî aliyî ve serkeftî ye! Bi rastî jî mijarên civakî bi şeweyekî serkeftî digirin dest! Derhenêr, nivîskar bixwaze çi peyamê bide civakê, bi rehetî bi rêya sînemayê digihijên civakê! Xweziya dilê me bi wan!  Vê taliye li ser platformeke filman min rêzefilma The 8 Show temaşe kir. Formata wan nêzî ya Squid Game bû ji ber wê bala min kişand! 

Rêzefilm qala heşt kesan dike! Her yek ji wan jî ji qatmanek cûda yên civakê hatine. Tişta ku ew li wir kom kirine jî hewcedariya wan a pereyan e! Ji bo ku van pereyan qezenc bikin jî divê hin tiştan bikin! Di serî de dilîzin û ev lîstik ji wan re hêsan tê! Wê ev heşt kes sed rojî di cihekî weke apartmanekê de bijîn! Her yek ji wan wê di qatekê de bijî! Her deqeya ku di wir de ne jî wê pereyan qezenc bikin! Ji bo ku sed rojên xwe timam bikin divê hewldanekê bikin ku saetên wan dirêj bibin û karibin zêdetir pereyan qezenc bikin! Heya niha her tişt xweş xuya dike. Lê kêlî bi kêlî cûdahiya çînan derdikeve holê! Kesê ku di qata yekê de dijî ji yê qata duduyan kêmtir pereyan qezenc dike û ev yek li gor ê sêyan, çaran, pêncan, şeşan, heftan û dawî ya go herî baş qezenc dike jî ya heştan e. Çîna ku li derve tê de bûn vêca di nava vê lîstikê de jî bi awayekî hişktir berdewam dike! Kesê ku di qata yekê de dijî û kêm pere distîne mala xwe ji çopên heft kesên din re vedike û kêm bûna xwe qebûl dike! Kesa ku di qata heştan dijî û pereyan zêde qezenc dike jî hêza ku pere didine bikar tîne û êdî kesan dike bin kontrola xwe de! 

Ji bo ku saetên wan ên di wê apartmanê de direj bibin divê hin tiştan bikin ku bala kesên ku wan temaşe dike bikişîne û bi reytinga bilind saetên mayîna wan li di lîstikê de jî dirêj bibe! Di serî de wek komî çend tiştên pêkenok dikin lê reyting ne li gor xwesteka wan bilind dibe! Film çiqas dimeşe hişkbûna lîstike jî pê re zêdetir dibe! Sedem jî ew e ku tundî bala temaşevanan dikişîne û çiqas ew heşt kes êşê bi hev didin kişandin bala kesên li derve ewqas zêdetir dikişîne! 

Di civakê de başî û xirabî heye! Ji roja ku mirovahî destpêkiriye û heya îro ev her du tişt di nava civakê de cihê xwe yê giring digirin! Li gor xwendina dîrokê kesên baş ji yên xirab zêdetirin lê hêza kêsên xirab ji hêza kesên baş zêdetir e! Ji ber wê ye ku dîrok li gor xwesteka kesên xirab meşiyaye û kesên baş jî di domandina wê dîrokê de hergav li hember  berxwe dane û xwesteka xwe ya başbûna civakê domandine! 

Di rêzêfilm de jî nivîskar bal kişandiye ser hêza ku dema dikeve destên başan de çawa bi rêve diçe lê dema dikeve destên xiraban de çawa diçe! Di rêzefilm de dema hêz dikeve destên xiraban de çi xirabiya ku ji destên wan tê li hember başan bikar tînin. Xirabiya ku bi wan dikin jî weke nan û zad a ku dixun ji xwe re heq dibînin. Di derûniya xwe de nakevin jêpirsînekê, ew vê xirabiyê ji xwe re weke heqekî dibînin. Li aliye din (aliye me) jî dema hêz dikeve deste qencan de dikin nakin nikarin tola xwe li gorî xirabiya ku wan xiraban li wan kiriye bistînin! Dikevin nav niqaşeke derûnî, malbat, civak û dîrokê difikirin! Herçiqas wan xiraban êşeke mezin bi wan dabê kişandin jî ew heman êşê bi wan xiraban nadin kişandin! 

Rêzefilm bi vê peyama xwe balê dikişine ser hêza başiyê ya li hember xirabiyê û vê pirsê ji me dike(ji civakê). Asta te ya mirovbûne çiye? Ew dema ku di destê te de hêzek hebê û tu li hember kesên bêhêz çawa tevdigere? Asta te ya mirovbûne dipîve!

Kurt û kurmancî, li gorî nerîna rêzefilm qencî tolê ranake, lê dewsa wê xirabiyê başbûna bêhempa dideyne û meydanê disa dide xiraban! Heger hûn li aliye xiraban bipirsin ew ji xwe wek hercar in, çi jî bibe ji xirabiya xwe qewzek bi paşde navêjin! Ji ber wê ye ku şerê xirab û başan her û her berdewam e! 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.