Eytanê

Ferat KEVIR nivîsand —

Şemî 4 Gulan 2024 - 00:21

Wê salê dise tofan li serê Kurdan rabû bû! Hema kê digot ez Kurdim û hinekî berxwe dida çavên xwe li zindanên Tirkan vedikir. Tirkan Kurd wek tizbeh li devê deriyê Qesrên xwe ên Dadê rêz dikirin û hesab ji wan dixwestin. Li der û dorên bajêr û navçeyan kolan û taxan  Kurdên berxwedêr siha xwe wek emanet deynabûn û Tirkan berê wan dabûn Zindanan.

Eytanê jineke qewim bû! Metroyek û heftê û heft santim qama wê hebû. Dema diçu ser mêzîne gêçê li heftê û heft kîloyan dida! Eytanê li gund serê conagayan dida erdê! Bi pifeke wê eyarê conega ji laşê wî vediqetiya. Li Tenurekê  sed û heftê û heft nan di da û tenê carekê dilopa xwehdana wê dikete ser perengekî de! Eytanê ne tenê di kar û barê malê de jêhatî bû herwiha erd diçand,avdan dikir,ka radikir,nîsk didan ber tirpanê û dema mekînaya wê xira dibû tamîr dikir! Pirtukên ku Eytanê xwendîbû ji libê genimê ku li ser erdê belav kiribû zêdetie bû. Ji bilî romanên klasik Eytana bejn bilind Romanên serdema Modern jî dieciband! Kêfa wê gellekî ji Civaknasîyê re dihat,herçiqas kesekî ku pê re niqaş bike nebê jî Felsefeya xwe di nav xwezaya xwe de dikiri. Heger şevna periyên şevan li derîyên wê bixista ew şev jêre dibû şeva ronahîbûne. Heya sibehe bi perîyan re li ser civaknasî,felsefe û xwezaye niqaş dikir. Carna perî diketin xew lê Eytanê heya sibehê porên periyan şê dikir û bi her ta yê porên perîyan re govenda zanîne di deyna! 

Dema saet li hifdeh û hifdeh deqeyan xist mêvanê Eytanê ji mala wê derketibûn! Eytanê li ser peşnîyara mêvanê xwe hivdeh rojan fikirî! Dema biryara xwe da Periyên şevê hivdeh gilok avêtin porên wê û ew rêwî kirin! Eytanê heft sal û heft mehan rêvebertiya navçeya bajêr kir. dev ji kar û barên gund berda û berê xwe da siyaseta Welat. Eytanê di heft salan de navçeya ku tê de kar dikir heftê salî bi pêş xist. Lê di heft salan de dewletê heftê û heft doz li Eytanê vekir bûn. Her roja ku diçû dozeke wê bi encam dibû! Çend caran hewl da ku ew jî bibe periyeke şeve lê bes bi ser neket! Eytana me xse bi vir de bîr û bi wir de bir lê lê di dawî de rêya wê derketeke Kolanên xemilandî ên Ewropa! 

Hivdehe meha hefta saet hivdeh û hivdeh deqe Sîbelê bi erebeya xwe ku hê hivdeh hezar kîlometre nekeriye ber bi balafirgeha bajêr ve ajotibû! Eytana me heft saet û heft deqe li devê derîye balafirgeha Kolnê li benda Sîbelê ma bû! Dema herduyan hevdu dît mehneya Sîbelê ev bû: Ayyy cana min îro karê me pir zêde bû,heya min Barış Can deyna kursa wî û ji xwe Jiyan Su jî ji mektebê stand dem wek avê derbas bû. Bawerke heya Abuzer dinav ewqas karê xwe de li min geriya û tu  anî bîra min tu ji bîra min jî çû bû! Ayy canê min hingî kar dike. Pirrr diwestê tu dizane! Ne şev jê re heye ne roj! Ayyy dilê min pirr pêveye. Erê ez jî alikar dibim lê têre nake canê min. Başê ku tu hatî.Êdî welle tê li gel me be. Ma ne tu keçama Abûzerî. Tu jî keçika vê malê yî. Welle ez te bernadim. Gellek kar heye em bi hevre bikin. Barış Can êdî mezin dibe,ji xwe Jiyan Su bû ye jin,xwarina wan baqijiya malê,dan û standina malê welle serê min nema radike. Tu dizane min ji Abûzer re jî got,bila Eytan were cem me. Ma wê biçe cem kê! Mala me mezine emê odeyeke xwe bidine wê ,ji xwe cihê kar jî di bin malê de ye,bila li xwar karê xwe bike,dema xwe ya vala jî bila baqijiya malê bike,bila xwarine ji me re çeke,min gote Abûzer,birastî jî,min go ez nahêlim Eytan here tu deveran. Madem Eytan keçama te ye naxwe xuşka te ye. Cihê wê mala me ye. Ayy canım min hê di saeta pêşî de serê te êşand! Ayy va hindik ma emê bigihin malê! 

Eytana ku di kefa mista wê de dinya dizivirî heft salan ji Sîbela gêj re xizmet kir! Kevirên kolanên xemilandî ên Ewropa li ser singa xwe hêvirandin. Heft salan agire di nava xwe de di kezeba xwe de gur kir. Di dawiya sala heftan de dev ji xizmeta Sîbelê berda û berê xwe da rastiya xwe! 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.