Çîroka zanistî-xeyalî ya navdar a nivîskarê Arjantinî Héctor Germán Oesterheld, ku di sala 1957’an de bi navê The Eternaut (El Eternauta) hatiye nivîsandin, bi adaptasyona xwe ya Netflixê ne tenê çîrokeke distopîk pêşkêş dike, lê her wiha birînên dîrokî yên kûr ên Arjantinê jî dîsa tîne rojevê.
Rêzefîlma şeş-beşî, ku di 30’ê Nîsanê de li platformê hate weşandin, senaryoyeke felaketê ya li Buenos Airesê diqewime vedibêje. Komek heval dema ku li malê lîstika kartan dilîzin, qutbûna elektrîkê û dûre barîna berfê ya razdar, ku her kesê bi wê re têkeve têkiliyê dikuje, çîrokê dest pê dike. Lê hêza rastîn a rêzefîlmê di wê yekê de ye ku vê têkoşîna ji bo zindîbûnê vediguhezîne lêpirsîneke gerdûnî ya li ser mirovahî, bîr û hevgirtinê.
Kokên Arjantinî û serkeftina gerdûnî
Rêzefîlm bi şêwirmendiya afirîner a Martin Oesterheld, neviyê nivîskarê çîroka orîjînal, bi lîstikvanên Arjantinî û li kolanên Buenos Airesê, bi temamî bi zimanê Spanî hate çêkirin. Malbata Oesterheldê, pêşniyarên ji Hollywoodê hatine red kirin û bi israr nasnameya herêmî ya çîrokê parastine. Martin Oesterheld ev biryar bi van gotinan rave dike: “Bavkalê min felaket ne li New Yorkê, lê li kolanên ku em nas dikin danî.” Pêvajoya çêkirinê ya çar salan û bi tîmeke 2,900 kesî, rêzefîlm 34 mîlyon dolar beşdarî aboriya Arjantinê kir û di demeke kurt de di kategoriya berhemên ne-Ingilîzî yên Netflixê de bû yekem. Sezona duyem a rêzefîlmê jî hate pejirandin, ku tê plankirin di sala 2025’an de dîmenên wê werin girtin.
Hesebek bi dîktatoriya leşkerî re
Rêzefîlma The Eternaut ronahiyê dide ser demên tarî yên Arjantînê jî. Nivîskarê çîroka orîjînal Héctor Oesterheld, di serdema dîktatoriya leşkerî de ligel çar keçên xwe hate revandin û piştî wê tu agahî jê nehatin girtin. Ev trajediya malbata Oesterheld, bi serkeftina rêzefîlmê re dîsa bû rojeva raya giştî. Li kolanên Buenos Airesê posterên derbarê windabûna endamên malbatê de hatin daliqandin. Elsa, ango dapîra Martin Oesterheld yek ji pêşengên tevgera Dayikên Plaza de Mayo ye û hîn jî li neviyên xwe yên winda digere.
Bîreke zindî û wijdanê civakê
Rêzefîlm, bi tevlîkirina travmayên dîrokî yên wekî Şerê Malvinasê di paşxaneya karakterê Juan Salvo de, bîra kolektîf tîne roja me. Lîstikvanê navdar Ricardo Darín, ku rola Salvo dilîze, diyar dike ku karakter birînên kûr ên ji serdema dîktatoriyê temsîl dike. Dirûşma berhemê ya “Kes nikare vê bi tena serê xwe derbas bike,” di nav qeyrana aborî û aloziyên siyasî yên Arjantinê yên îro de, di protestoyan de bûye bangeke hevgirtinê ya pir tê bikaranîn.
Li gorî pisporê zanistî-xeyalî Martín Hadis, tiştê ku rêzefilm dike rêzefilmekî gerdûnî ew e ku mijarên wekî “jiyan û mirin, ronahî û tarîtî, naskirî û biyanî” bi hêmanên taybet ên Arjantinê – wekî lîstika truco, vexwarina mate, barîna berfê ya kêm – bi hev re dike yek.
Martin Oesterheld girîngiya vê bandora çandî wiha tîne ziman: “The Eternaut ji çîrokeke zanistî-xeyalî gelek zêdetir e. Ew wijdanek civakî ye ku ji nifşekê derbasî nifşekê dibe. Ev jî peyama herî bi hêz e.”
NAVENDA NÛÇEYAN