Li dijî qirkirinê bêdeng nemînin

Pêncşem 12 Kanûn 2024 - 03:15

  • Êrîş û sûcên dijmirovahiyê yên dewleta Tirk a ku bi xwedîkirina çeteyên terorîst ji bo Rojhilata Navîn û cîhanê bûye gefeke mezin, li gelek bajarên Ewrûpayê hatin şermezarkirin.

Kurd û dostên wan ên li Ewropayê li dijî tecrîd û êrîşên dagirkeriyê dewleta Tirk û çeteyên wê daketin qadan.

EVRY

Kurdistaniyên li banliyoya Evry a paytexta Fransa Parîsê, li ser banga Meclîsa Gel a Demokratîk a Evryê, li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava çalakiyek li dar xistin. Di daxuyaniya li ser navê Meclîsa Gel a Demokratîk de wiha hat gotin:“Banga me ji raya giştî ya navneteweyî re ev e; li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê tavilê têkevin nava liv û tevgerê.”

GRIGNY

Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li banliyoya Grigny a Parîsê êrîşên qirkirinê yên li dijî Rojava hatin şermezarkirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê piştgiriya Rojava kirin û tavilê dawî li şer were. Piştî daxuyaniya çapemeniyê gel bê navber dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava" berz kirin û peyama "Sebra me neceribîne" hat dayîn. 

DRANCY

Kurdistaniyên li banliyoya Drancy a Parîsê dijîn, li ser banga çalakiyên lezgîn a CDK-F’yê daketin qadan. Girseya li ber avahiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Drancyê hatin ba hev bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî berxwedan Rojava”, “Bijî berxwedana YPG”, “Bijî berxwedana PKK” û “Stop der Terrorist Erdogan” êrîşên dagirkeriyê protesto kirin.

BERLÎN

Jinên Kurd û enternasyonalîstan li paytexta Elmanya Berlînê bi boneya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê, li dijî tecrîda li ser Rêber Apo û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava zincîra jinan çêkir. 

Çalakî bi dirûşmeyên "Es lebe Ocalan", "Freiheit fur Ocalan", "Jin, Jiyan, Azadî", "Freiheit fur alle politischen Gefangenen" û "Bijî berxwedana Îmraliyê" bi dawî bû.

GIESSEN

Kurd û dostên wan li bajarê Giessen ê Elmanyayê hatin ba hev û êrîşên li dijî Rojava şermezar kirin. Çalakgeran banga rawestandina êrîşan li dewleta Tirk kirin û bêdengiya DYE û Ewropayê jî rexne kirin. Di çalakiyê de dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî", "Qatil Erdogan", "Terorîst Erdogan" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.

BREMEN

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Rojava li bajarê Bremen ê Elmanyayê bi çalakiyekê hate protestokirin. Kurdistanî û dostên wan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de Hevserokê DKTM Bremenê Îshak Yilmaz axivî û got: “Di roja me de 60 milyon Kurd li Rojhilata Navîn dijî. Lê endamê NATO’yê Tirkiye dixwaze Kurdan di qirkirinê de derbas bike.” 

KIEL

Li bajarê Kiel ê Elmanyayê jî bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk ve çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de bal kişandin bi ser êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê.

STOCKHOLM

Li paytexta Swêd Stockholmê çalakiyên li dijî dagirkirina Rojava didomin. Kurd û dostên wan li Qada Sergels Torgê li hev civiyan û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Rojava û komkujiyên wê şermezar kirin. 

NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.