Enternasyonalîzm rihê demê ye

Sêşem 17 Kanûn 2024 - 03:05

Kurd û dostên wan şev û roj li dijî dagirkerina dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser piyan e. 

TOULOUSE

Li bajarê Toulouse yê Fransayê bi tevlîbûna Kurdistanî û dostên wan li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber metroya Jean-Jaures mîtîngek hate lidarxistin. Mîtîng nêzî saetekê dom kir. Ji bo berxwedana Rojava, parastina gel û mezinkirina piştevaniyê peyam hatin dayîn.

REIMSE

Li bajarê Reims ê Fransayê êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hatin protestokirin. Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Reims’ê êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava bi meşekê hatin şermezarkirin. Meş li stasyona trenê ya navenda Reims’ê destpê kir û li navenda bajêr bi dawî bû.

BORDEAUX

Li Bordeuxê li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bordeaux, TJK-E Bordeaux û TCŞ Bordeauxê,  êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Rojava bi meşa ji Qada Stalingradê dest pê kir û li Qada Place de la Boursê bi mîtîngê hat protestokirin. Di çalakiyê de, berxwedana hêzên QSD’ê û gelê Rojava ya li dijî êrîşan hat silavkirin.

AVIGNON

Li bajarê Avignonê jî li dijî êrîşên li ser Rojava meşek hat lidarxistin. Gelek enternasyonalîst jî beşdarî çalakiya meşê bûn û diyar kirin ku Şoreşa Rojavayê ku di esasê xwe de şoreşa jinan û gelan e, ji bo hemû cîhanê mînak e û divê bê parastin.

Di çalakiyê de dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin û li kolanên herî qerebalix ên bajarî meş hat domandin.

TORÎNO

Ciwanên enternasyonalîst, civaka Kurd û Tevna Defend Kurdistan li bajarê Torino yê Îtalyayê hatin ba hev û li dijî êrîşên çeteyên dewleta Tirk ku ji DAÎŞ’ê berhevkirine meşiyan.  Girseya bi meşê hate li ber avahiya RAI TV’yê, li vir broşur belavkirin û bêdengiya RAI TV’yê şermezar kirin. Meş bi dirûşmeyên “Ji bo Rêber Apo azadî”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Em hemû PKK’î ne” bi dawî bû.

LONDON

Kurdistanî û dostên wan bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd û bi dirûşma 'Rojava biparêzin' li ber avahiya Serokwezîriyê ya li Downing Street a Londonê hatin ba hev. Çalakgeran bê navber dirûşmên "Terorîst Tirkiye", "Şerm bikin”, "Bijî Serok Apo", "Rojava rûmeta mirovahiyê ye", "Êrîşên qirkirinê yên li dijî Kurdan rawestînin", "Bijî YPG", "Bijî YPJ" berz kirin.  Di çalakiyê de  bi sedan belavok hatin belavkirin, gel eleqeyek mezin nîşanî çalakiyê dan.

LIVERPOOL

Li Liverpoolê Kurdistanî û dostên wan li ber Gara Trenê ya navendî li dijî êrîşên li dijî Rojava hatin ba hev. Di axaftinan de bang li hikûmeta Îngilistanê kirin ku çeka nefiroşin dewleta Tirk a ku êrîşên qirkirinê li ser gel pêk tîne. Piştî axaftinan girse bi çepik, tilîlî û dirûşman ber bi navenda bajêr ve meşiyan. Di meşê de belavok hatin belavkirin. Çalakî li navenda bajêr bi dawî bû.

LUKSEMBÛRG

Kurd û dostên wan ê li Luksembûrgê, ji bo protestokirina êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya avahiya parlamentoyê hatin ba hev. Kurdistaniyan bi partiya Die Linke û komên antîfaşîst re mîtîng li dar xist û di mîtîngê de alên YPG û YPJ’ê û kesk û sor û zer hatin hilgirtin. Li ser navê saziyên beşdar ji bo gelê Rojava û şoreşa Rojavayê peyamên piştgiriyê hatin dayîn û piştre dosyayeke daxwazên girseyê dihewîne radestî hikûmeta Luksemburgê û Balyozxaneya Tirkiyeyê kirin.

DARMSTADT

Li bajarê Darmstadt a Elmanyayê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Sara li qada Luisenplatzê standa piştevaniya bi Rojava re danîn. Di standê de der barê êrîşên li ser Rojava de belavokên agahdarkirinê hatin belavkirin. Jinan di standê de bal kişand bi ser êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

 

'Herêma Ewle ya ji bo Demokrasiyê'

Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, li ber Sefaretxaneya Tirk a li Viyanayê bi rengekî sembolîk 'Herêma Ewle ya ji bo Demokrasiyê' hate avakirin. Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi sembolîk 'Herêma Ewle ya ji bo Demokrasiyê' hate avakirin.

Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk ên ku bi bahaneya 'Herêma Ewle' dike, hatin şermezarkirin. Çalakger serê sibehê li ber Sefaretxaneya Bilind a Tirk li hev kom bûn û dirûşmên "Piştevanî niha" qîriyan. Çalakgeran xwestin bi nûnerên Kurd ên li Rojava re diyalog bê danîn û êrîşên li ser Rêveberiya Xweser a li Sûriyeyê bê rawestandin, daxwazên gelê Kurd bêne qebûlkirin û di serî de Awûstûrya welatên rojavayî dawî li hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re bîne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.