Rengê cîhanê bû Rojava

Duşem 16 Kanûn 2024 - 03:15

  • Kurd û dostên xwe li seranserî cîhanê, li hemû parzemînan herikîn meydanan û li rûmeta xwe ango li şoreşa Rojava xwedî derketin û gotin: Divê cîhan li hemberî hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bêdeng nemîne. Ew ê Kurd li rûmeta xwe xwedî derkevin. 

Li tevahî cîhanê Kurd û dostên xwe ji bo parastina rûmeta xwe ango şoreşa Rojava, bi deh hezaran herikîn meydanan û êrişên hovane yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rûreş kirin.

NORVEÇ

Li paytexta Norweç Osloyê ji bo protestokirina êrişên dewleta Tirk û çeteyên Artêşa Millî ya Sûriyeyê yên li ser Rojava, çalakî hate lidarxistin.Li bajarê Trondheim jî Kurd û dostên wan ên Norweçî li ser banga Kurdistan Kultur Forening ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Rojava daketin qadan. 

ÎNGÎLÎSTAN

Li Brîtanyayê çalakiyên piştgiriya Rojava hatin lidarxistin

Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Galler Wales Cardiffê û bajarê Manchesterê li hev civiyan, êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê SMO şermezar kirin.

Li paytexta Galler Wales Cardîffê bi pêşengiya Tora Piştevaniya Kurd û komên enternasyonalîst çalakiyek hate lidarxistin. Di axaftinan de daxwaz ji hikûmeta Gallerê hate kirin ku êrîşên Tirkiyeyê bîne Parlamentoya Brîtanyayê.

SWÎSRE

Pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê û saziyên şoreşger ên Swîsreyî li Bahnhofplatz paytexta Swîsre Bernê li hev civiyan û heta pêşiya avahiya Sefaretxaneya Tirk meşiyan.

Navnîşana çalakiya li Cenevreyê bû Qada Nations ku Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) lê ye. Di çalakiyê de li ser navê ADGB’ê siyasetmedar Alî Orak axivî û got:“Çeteyên ku dewleta Tirk piştgirî dide, li Sûriyeyê komkujî dikin. Em ê her tim li dijî şer li qadan bin û dengên wan bidin bihîstin.” Me her tim piştevanî da Rojava û em ê bidomînin.”

Li bajarê Baselê jî li Qada Mitterklibrucke çalakî hate lidarxistin. Saziyên şoreşgerî ku li ser banga ADGB’ê li Qada Stayffacher ê Zurihê li hev civiyan. 

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Lozanê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî yên li ser Rojava bi meşekî protesto kirin. Kurdistaniyan bang li dewletên YE’yê kirin: Piştgiriya çekan a ji bo Tirkiyeyê qut bikin!

ELMANYA

Li paytexta Elmanya Berlînê Kurdistanî û dostên wan li hev civiyan û êrîşên li dijî Rojava şermezar kirin. Girse ji Hermannplatzê heta Qada Kottbusser Torê meşiyan.  

Li bajarê Hamburg bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên SMO yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek hate lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan bi pêşengiya Înîsiyatîfa Riseup Fur Rojava-Defend Kurdistan Bremen, Meclîsa Jinê ya Sêvê û Gemeinsam Kampfenê li Hauptbahnhof ê Bremenê li hev civiyan.

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Saarbrucken, bi meşeke girseyî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar kirin. 

Li bajarê Friedrichshafen, Kurdistanî û dostên wan tevî barana zêde û hewaya sar, êrîşên çeteyên faşîst ên Tirk ên li ser Rojava şermezar kirin. 

Kurdistanî û dostên wan bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd ên Demokratîk (YJKE) û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê li Hauptbahnof ê Kolnê hatin ba hev. 

Li bajarê Nurnbergê li dijî êrîşên li ser Rojava çalakî hate lidarxistin. Li bajarê Kassel ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Rojava meşek hate lidarxistin. 

Li bajarê Hannover êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Rojava bi meş û mîtîngekê hate şermezarkirin.

Li bajarê Munîhê, bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wî SMO yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek hate lidarxistin. 

Di maça Mainz 05 - FC Bayern Munîhê ya ku li bajarê Mainz ê Elmanyayê hat lîstin de, alîgirên Kurd pankarta "Ji Rojava re azadî" vekirin. Alîgiran bi berzkirina dirûşmên Elmanî “Ji Rojava re azadî" bal kişandin ser êrîşên dagirkeriyê.

Li bajarê Kîel ê Elmanyayê bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Rojava, meşek hate lidarxistin. 

Li bajarê Leipzigê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê SMO yên li ser Rojava, bi meşekê hatin şermezarkirin. Enternasyonalîstên li bajêr jî beşdarî çalakiyê bûn.

HOLLANDA

Li ser banga TJK-E’yê ya ji bo parastina Rojava bi sedan Kurdistanî û dostên Kurdan ên Hollandî li paytexta Hollanda Amsterdamê hatin ba hev û êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin.

FRANSA

Li paytexta Fransa Parîsê, bi pêşengiya TJK-F û CDK-F bi tevlîbûna Kurd û dostên wan, bi armanca rûreşkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Rojava, meş û mitîngek hat lidarxistin. 

Li bajarê Rouen êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava hatin şermezarkirin û berxwedana YPG û YPJ’ê hat silavkirin.

Li bajarê Strasbourg bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên SMO yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî hate lidarxistin. 

AVÛSTÛRYA

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê li ser banga Meclîsa Jinan a Avesta, bi sedan Kurdistanî û dostên wan êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û berxwedêrên Rojava silav kirin.

Kurdistanî û dostên wan li bajarê Bregenz ku paytexta eyaleta Vorarbber, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşiyan.  

Kurdistanî û dostên wan li Kolana Marisa Terresia ya bajarê Innsbruckê ji bo piştevaniya bi Rojava re û şermezarkirina dagirkerî û komkujiyan standa Roj a Sor danîn. 

ÎTALYA

Zêdeyî 50 hezar kesên ku li paytexta Roma Îtalyayê li hev civiyan, bi yek dengî qanûna ewlehiya DDL ku hikûmeta Melonî dixwaze di çarçoveya qanûna torbe de pêk bîne, protesto kirin. Komîteya Kurd a Romayê, UIKI û tora Rete Kurdistan ya dostên Kurd ên Îtalî ku beşdarî çalakiyê bûn, êrîşên Rojava şermezar kirin.

LUKSEMBÛRG

Li bajarê Limpertsberg ê Luksembûrgê Kurdistanî û dostên wan li ber Konsolosxaneya Tirk çalakiya piştevaniya bi Rojava re li dar xistin. Tevî hemû provokasyonên xebatkarên konsolosxaneyê jî gel bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Qatil Erdogan", "Jin Jiyan Azadî" çalakî bi dawî kir.

SWÊD

Li patyextê Swêdê Stockholmê êrîşên dagirkirinê yên li ser Rojavayê hatin protestokirin. Bi bangawaziya Meclisa Jinan a Amarayê ya Stockholmê li pêşiya parlamentoyê çalakiya protestoyê hat lidarxistin.

BELÇÎKA

Li paytexta Belçîka Brukselê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê hatin protestokirin. Banga parastina Rojava hate kirin.

MEKSÎKA

Bi dehan kes ji bo geşedanên dawî yên Rojava û Sûriyeyê guhdar bikin li Navenda Çandê ya Sendas a San Crîstobal de las Casas a li eyaleta Chiapas a li başûrrojhilatê Meksîkayê li hev civiyan. Di çalakiyê de dîmena ku Kongra Star ji Rojava şandibû hate pêşandan. Di dîmen de banga piştevaniya enternasyonalîst a ji bo Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Abya Yalayê hate kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.