Dansa di nav qeşayê de!

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 19 Kanûn 2024 - 00:28

Wênegira Macarî Bettina Vass di pêşbirka “Fotografên Dawetan ên 2024” an de ku di warê navneteweyî de tê lidar xistin, bi ser ket. Wê fotografê du kesên ku nû zewicîne di nav qeşayê de girtiye û bi kadraj û afirîneriya xwe “weneyekî dawetan” ê cuda raberî me dike. Fotograf li Çiyayên Qeşa yên Katla ku Îzlandayê dimînin hatiye girtin.

Bettina Vass niha li Îzlandayê dijî û bêtir di warê wêneyên dawetan de dixebite. Ev wêneyê wê jî ji nav 2 hezar fotografî weke fotografê herî serketî hatiye neqandin. Ji 63 welatan 450 wênegir tevlî pêşbirkê bûne. 

Gava mirov bala xwe dide fotografê Bettina Vass mirov dibîne ku wê bi awayekî lezgîn lê bi hizreke profesyonel bûk û zava xistiye kadraja xwe. Bûk û zava ji bo ku xwe bigihînin cihê dawetê diviyabû zûzûka di nav zaboqa bûzê de bimeşiyana. Di vê kêliyê de Bettina Vass wan bi awayekî serketî zeft dike û wêneyekî bêhempa derdikeve holê.

Bettina Vass ji bo wêneyê xwe dibêje; “Ji bo ez fotograf û vîdeoyên wan bigirim 5 deqîyeyên min hebûn. Ji lewma bûk û zava li pêşiya me diçûn û komek insan jî li pey me bûn. Çiyayê Qeşa yê Katla ku di bin di volkan diteqin kela canê mirov radike ji bo karên wisa. Rêveçûna li wir jî pirr xweş e tevî ku mirov dizane li wir hêzeke tirsnak jî heye.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.