Ji Çiya Mazî romaneke nû; ‘Bavê Min ê Mitrib’

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 19 Kanûn 2024 - 00:26

Weşanên Aryenê roman nû ya M. Çiya Mazî ya bi navê “Bavê Min ê Mitrib” çap kir û weşand. Roman ku ji 248 rûpelan pêk tê niha li pirtûkfiroşan tê firotin.

Di romana “Bavê Min ê Mitirb” de: tebeqeyên jiyana civakê, ya kesan û girseyan, hevberkirina dem, cih, war û bajarên du welatan; vederkirin, cudadîtina mirovan a ji civakê û evînên bikeresat, di pêvejoya windabûn û gera li kesekî mitirb de, bi vegotinên cuda dibin yek û bi pênûsa M. Çiya Mazî derdikevin pêş çavan.

Beşek piçûk ji romanê;

“Erê... Heger aniha ev dêya min be, way diçe mala xwe. Lê belkî dêya min neçûya malê û berê xwe biguheranda ber bi perê bajêr ve bimeşiya. Belkî biçûya heta mala Zeryayê. Û tew belkî berê, wê û zirneciyê xort ê mitirb soz dabûna hevdu û li wir hevdu bidîtana, belkî di wê tariya ku ketiye erdê de Zeryayê çayek ji wan re çêbikira û bi kêf vexwarana. Û piştî wê, bi lezgîni bihata li deriyê textînî ku ser wî sackirî bixista û dapîra min Îkramê bihata derî li qîza xwe vekira.... Belê... Li pey xeyala dêya xwe di nav çarşiya bajarê F’yê re hatibûm li ber mala xwe sekinîbûm, ew mala ku deh salan ez tê de bi dapîr û kalikê xwe re bê navber jiyam, dû re çûm lîseya bi razanî ya dewletê...”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.