Mariya xwe bi agir xemiland

Duşem 21 Mijdar 2022 - 01:25

  • Ala serketinê hildigire ser milan û tekoşînê xurttir dike. Berê xwe dide serê çiyayan û sala 2010’an di rêwîtiyeke tolgirtinê de dibe berdêla azadiyê.

ARYEN FIRAT/ANF/BEHDÎNAN

 

Mariya Ûmût (Fatma Aydin) jineke Kurd a leheng e. Jiyana xwe ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê feda kiriye. Her wiha rêwiyeke doza azadiya jinan e. Jiyana wê bi têkoşîna li dijî dagirkeriyê derbas bûye. Gelek êş û tehde kişandine, ketiye zîndanan, derketiye û ne tewiyaye di vê rêyê de meşiyaye û beşdarî refên gerîla bûye. 

Fatma Aydin bi navê tevgerê Mariya Ûmût di sala 1980’yî li navçeya Dihê ya Sêrtê ji dayik bûye. Mariya di nava malbateke welatparêz, sade û xwedî çand de teşe digire. Malbata wê her tim hewl dide ku zarokên xwe bi rûmet û bi pîvan mezin bike. Ev yek dibe sedem ku Mariya bêyî ku ji rastiyan dûr bikeve mezin bibe. Sala 1985’an ji ber rastiya dijmin malbat neçar dimîne koçî Stenbolê bike û Mariya jî weke gelek zarokên Kurd bi hesreta welat mezin dibe.

Mariya hîn piçûk e, bi nakokiyan re rû bi rû tê. Nakokiya ‘çima hinek feqîr in û çima hinek dewlemend in’ jê re dibe sedema lêgerînan. Dibîne ku nasnameya wê nayê pejirandin. 

 

Rûyê wê li têkoşînê ye

Mariya edî dikeve nava legerînan de da ku karibe beramberî van rastiyan têbikoşe. Dema lêkolîn dike Tevgera Azadiyê bala wê dikşîne. Dibîne ku yekane rêya ku ji nakokiyên wê re dibin bersiv Tevgera Azadiyê ye.

Sala 1993’yan xwîşka Mariya, Mizgîn tev li nav refên tevgerê dibe. Bi vî awayî sala 1994’an ew jî tev li nava xebatan dibe. Dema ku xebatê dimeşîne tê girtin û di demeke kurt de tê berdan. 3 salan di xebatên legal de dimîne û beşdarî gelek çalakiyan dibe. Dema ku Rêber Apo dîl tê girtin li Stenbolê di nava çalakiyê de tê girtin û çend mehan di girtîgeha Semsûrê de dimîne.

 

Jiyana azad hildijbêre

Piştî ku Mariya tê berdan berê xwe dide qadên azad û diçe Amedê. Paşê bi biryara rêxistinê ya vekişînê, diçe Qendîlê. Jiyana gerîla û hevaltiya qadên zehmet a ku xwe dispêre manewiyatê, pirr bandorê li Mariya dike. Bi demê re bi perwerdeyên rexistinê û naskirina fikir û ramanên Rêbertiyê re di kesayeta gerîla ya Mariyayê de gelek guherîn çêdike. Bi sekna xwe, ji gelek hevrêyên xwe re dibe mînak. 

 

Ruhê xwe bi agirê azadiyê dişo

Mariya weke mîlîtaneke Apoyî kirasekî ji agir li xwe dike. Kirêtiyan dişewitîne û xwe ji nû ve ava dike. Êdî meşa xwe bilind dike û demeke dirêj li qadên Amed, Qendîl, Zagros û herî dawî jî li Xerza têdikoşe. Mariya ya ku ji aliyê hevalên xwe ve weke xwedawenda agir dihate binavkirin, êdî xwe bi agir dixemilîne.

Ala serketinê hildigire ser milan û tekoşînê xurttir dike. Berê xwe dide serê çiyayan û sala 2010’an di rêwîtiyeke tolgirtinê de dibe berdêla azadiyê. Di vê cengê de heta ala serxwebûnê bilind dike û heta canê xwe dide jî li ber xwe dide, şer dike û bi vî awayî tev li nav karwanên nemiran dibe.

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.