- Pirtûka helbestan a Bager Sayak ê di hucreya yekkesî ya li Girtîgeha Sîncanê de têdikoşe bi navê “Manîfestoya banga berxwedanê” derket.
ZEMO AGGOZ /MA/ENQERE
Pirtûka helbestan a Bager Sayak ê di hucreya yekkesî ya li Girtîgeha Sîncanê de têdikoşe bi navê “Manîfestoya banga berxwedanê” derket.
Ev pirtûka ewil a Bager Sayak e. Dewleta Tirk temenê wî mezin kir û wisa xist hepsê, û ji sala 2010’an ve wî di hepsê de radigire. Pirtûka wî ya bi navê “Manîfestoya banga berxwedanê (tevî…, tu bêdeng bimînî!) ji Weşanên Aryenê derket.
Pirtûka ku weke “Çîrok” , “Dayik” , “Zêmar” û “Xweza mirov û dans” ji çar beşan pêk tê, di bin her serenavî de bi çîrokên berxwedan, hest û metelokên cuda bi 23 helbestan derdikeve pêşberî me.
Di bin serenavê “Zêmar” de helbest ji bo kesên ji malbata Sayak ên di nav PKK’ê de jiyana xwe ji dest dane, hatine nivîsîn.
Bager Sayak kî ye?
Bager Sayak sala 1992’yan li Zozanên Şerefdînê yên navçeya Kanîreşê ji dayik dibe. Sayak sala 2010’an tê girtin. Temenê wî tê mezinkirin û cezayê hepsê yê muebeda girankirî lê tê birrîn.
Sayak ê bêyî daxwaza xwe sewqî gelek girtîgehan hate kirin, û dest danîn pirtûkên ku nivîsandine, herî dawî di Cotmeha 2021’ê de ji Girtîgeha Kirikkaleyê sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1 a Tîpa F ya Sîncanê hate kirin. Sayak, di hucreya yekkesî de têdikoşe û xebatên xwe yên edebî jî didomîne.