Lozan û çêkirina Rojhilata Navîn

Nûçeyên Forum

Çarşem 5 Tîrmeh 2023 - 00:17

REWŞAN DENIZ

 

Rojhilata Navîn a ku em dizanin û di nava krîz û arîşeyan de geviziye, çênebûye… Ew hatiye çêkirin. Mekanê lê hatiye çêkirin jî ne li devereke Rojhilata Navîn bû, na na, li nava dilê çiyayên Alpê li ber goleke zelal, li bajarê Swîsreyê Lozanê, Rojhilata Navîn hat vedîtin û çêkirin. Kurd jî vê çêkirina Rojhilata Navîn weke bêstatuhiştina xwe û çarparçekirina welatê xwe dizanin. Hunermendên Kurd li Lozanê bi xwe, li Muzeya Dîrokî ya bajêr bi pêşangeha “Sînor: Peymana Lozanê ji 1923´yan heta 2023´yan” balê dibin ser encam û krîza daîmî ya peyamnê rê li ber wê vekiriye.   

Çîroka peymanê Mijdara 1922´yan dest pê dike. Melik, serokdewlet, wezîr û kesayetên ji meydana aborî û siyasî hingê berê xwe didin Lozanê. Şerê Cîhanê yê Yekê bi dawî bûbe jî şer û arîşe nexasim jî li ser erdên Împaretoriya Osmanî ya berê dewam dikin. Bi mehan muzakere hatin kirin li Lozanê. Hevkuratora pêşangeha li jor me navê wê hilda, etnolog Gaby Fierz ji bo peymanê diêje, “Bi peymana di Tîrmeha 1923´yan de hat mohkirin, sînorên li ser erdên Împaretoriya Osmanî ya berê bi awayekî mayînde hatin diyarkirin; yanî yên Tirkiye, Yewnanistan, Sûrî û Iraqê”.

Lê esas parçebûn û dewletbûna Rojhilata Navîn bi temamî jî encama vê peymanê ye: Libnan, Urdin, Îsraîl û pirsgirêkên pê re elaqedar…

 

Tinekirina Kurdan bi peymanê dest pê kir

Lozan ji bo dewleta Tirk serketineke dereng mayî bû. Ew hîna beriya bi Peymana Lozanê bi sê salan li Sevrê di nava hêzên têkçûyî de bû. Lê li Lozanê di nava hêzên serketî de cihê xwe girt.

Ermenî qels bûn li Lozanê, lê hebûn. Gava delegasyona Ermeniyan li hola komîsyona meseleya hindikahiyan peyivî, Tirkan hol terikand. Lê herçî Kurd bûn, ew nebûn! Ew ji Tirkan hatin hesibandin. Encama vê tinehesibandinê jî bû sedsaleke şer û qirkirina li dijî Kurdan li Rojhilata Navîn.   

Jixwe dewleta Tirk jî xwe li ser vî hîmê Lozanê ava kir tevî doktrîna xwe ya damezradnina dewletê: Yek dîn, yek ziman û yek dewlet.

Ya ku qirkirina li dijî Kurdan a sedsalan ev qasî dijwar û daimî kir jî ev doktrîna avakirina dewleta Tirk bû.

 

“Peymana aştiyê” şerên sedsalî çêkirin 

Bi her halî li Lozanê beriya qederê sed salan, Rojhilata Navîn hat çêkirin; lê pê re jî tevahiya krîz û qeyranên wê yên heyî jî. Yanî çiqasî navê Peymana Aştiyê ya Lozanê lê bê kirin jî, tişta ku vê peymanê çênekir, aştiya li Rojhilata Navîn bû. Heger armanc aştî bû peyman bi bin ket, heger armanc diyarkirina sînoran bû, ew sînorên neheq û komkujer heta îro mane.

Belkî ne şaş be em bi şirovekirina wêneyekî roja mohrkirina peymanê yanî 24´ê Tîrmeha 1923´yan vê nivîsê bi dawî bikin. Li ser wêne nûnerên aliyên şer û aliyên Peymana Lozanê hene. Kesê ku di vî wêneyî de herî zêde tê nasîn û kifş e, Benito Mussolini ye. Ew tam di nivî de ye. Mussolini dewleta ku nûneriya wê dikir, bire faşîzmê û di Şerê Cîhanê yê Duyem de jî li bereya Naziyan kire şer û kir ku Îtalya têk biçe. Lê Peymana ku wî li ser navê Îtalyayê mohr kir, piştî sedsalan jî şer û felaketan tîne serê Rojhilata Navîn û nexasim jî miletê Kurd.

 

Wêne: Ji ber nûçeya di SRF´ê de hatiye girtin û wê jî ji Keystone girtiye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.