Lozanê herêm parçe kir

Yekşem 23 Tîrmeh 2023 - 13:28

Lêkolînerê iraqî Ciwad El Beydanî got Peymana Lozanê li ser bingeha berjewendiya aborî û lewazkirina siyasî dewlet parçe kirin. El Beydanî diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan behsa doz û krîzên gelê herêmê ji ber êş dikişînin kir û jê re çareserî danîn.

Berjewendî esas girtin

Bi nêzîkbûna salvegera 100 saliya Lozanê ku 24`ê Tîrmehê ye, têkildarî rola vê peymanê di parçekirina Kurdistanê û veguhastina dewletên Rojhilata Navîn ber bi dewletên zordest ve, lêkolînerê dîroka siyasî yê iraqê Cewad El Beydanî got: “Peymana Lozanê, dewlet ne li ser bingeha neteweyî lê belê li ser bingeha berjewendiya aboriyê û lewazkirina siyasî parçe kirin. Ewrûpayê teşwîq kir ku hestê neteweyî derkeve pêş. Ji bo ku derbê li Osmaniyan bide. Di serî de berjewendiya xwe esas girt. Pê re doza neteweyî derket û bi pêş ket. Beşeke Ereb û heta kurdan û Tirkan jî, ev hest li cem xwe mezin kir.”

Divê yekîtî bi dildarî be

El Beydanî destnîşan kir ku nakokiya siyasî, civakî û aborî hişt ku Ewrûpa nakokiyên xwe derbas bike û li hember temahiyên Rûsya di Ukraynayê de bibe yek û her wiha xwespartina DYA`yê jî bi rêya peydakirina enerjiya alternatîf kêm kir. Heta parzemîna Afrîkayê jî hewl dide ku nakokiyên xwe kêm bike.

Her wiha El Beydanî banga yekitiyê kir û got: “Divê ne li ser bingeha nasnameyê û girêdanê be. Divê bingeha vê yekitiyê, yekitiya dildarî û berjewendiyên hevbeş be. Em wê bi pêş bixin da ku rêzdariyê di nav dewletan de ava bikin ku xwedî pergaleke demokratîk bin û li gorî binesaziya me ya civakî be. Divê pergala demokratîk a rojavayî neyê ferzkirin.”

Pergalên din biser nakevin

Lêkolînerê dîroka siyasî da zanîn ku wî gelek pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan ên behsa van dozan dike xwendine û got;“Wî jiyana hevbeş li ser bingeha nasnameya min bi tevahî şiklên wê bide min, nasnameya te ya bi heman rengî heye û di çarçoveyekê de şîrove kiriye. Ji ber ku pergalên neteweyî, nikarin li herêmên me bi ser kevin. Her wiha pergalên olî jî wisa ne. Li herêma me ciherengiya olî û irqî heye. Bi rêya ferzkirina neteweyekî li ser yê din nikarin me kontrol bikin. Dewleta li ser bingeheke neteweyî ava dibe, dawiya wê binkeftin e.”

Der barê Lozanê de El Beydanî got: “Bi piranî, ev peyman ji bo desthilatê kêrhatî ne û ji bo gel zirar in. Nexasim dewletên ku ji gelek kêmneteweyan pêk tê. Niha li başûrê Kafkasyayê Qerebax ji destê xelkê wê hat standin û kirin hembêza Azerbeycanê, tevî ku cudabûn di aliyê ziman û binesaziya civakî de heye.”

ANHA/GÎVARA ŞÊX NÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.