Xwedî li Mexmûrê derkevin
Sêşem 10 Hezîran 2025 - 03:30
Ji 10’ê Nîsanê ve Iraqê ambargo û rêgiriyek daniye ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr). Ji wê demê ve karker nikarin biçin ser karên xwe û rê nayê dayîn ku kel û pelên avahîsaziyê bikevin di nava wargehê de.
Hewiha ji ber ambargo, rêgirî û pirsgirêkên heyî, di 13’yê Gulanê de şandeyek ji Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Ehmed Şehbaz, Hevşaredar Edban Yilmaz û Hevberdevkê Komîteya Têkiliyên Derve ya Wargehê Bêwar Emîn pêk dihat, berê xwe dan Bexdayê û bi Wezîrê Edaletê re hevdîtin pêk anîn. Piştî hevdîtinê di 14’yê Gulanê de, dema ku ji hevdîtinê vedigeriyan wargehê ji aliyê hêzên Iraqê ve hatin binçavkirin û heta niha jî nehatine berdan. Têkildarî vê mijarê xelkê Wargeha Mexmûrê ji ajansa me re axivîn û bang li sazî û dezgehên mafê mirovan kirin da ku xwedî li penaberên wargehê derbikevin.
Debara me li ser karkeriyê ye
Destpêkê jina bi navê Xerîc Nerexî anî ziman ku ji heyva Nîsanê ve rêya wan ya hatin û çûnê hatiye girtin û got:“Wek tê zanîn ev 6 sale rêya Herêma Kurdistanê ji bo me hatiye girtin. Niha jî Iraqê rê li me girtiye. Ti derfetên me û erdên me nînin em xwe pê bidin jiyankirin. Debara jiyana me li ser karkertiya ji derve ye. Ji ber wê jî ew rêya me girtine. Zarokên me nikarin biçin derve kar bikin. Ev 30 salin em li ber xwe didin û heta dawî jî emê li ber xwe bidin. Nûnerên me îradeya me ne, divê tavilê wan berdin û rê vekin. Nexweş nikarin biçin nexweşxaneyan, ev zilm û zordariyeke li me tê kirin. Banga me ji hemû xwedî wijdanan re ewe ku xwedî li Mexmûrê derbikevin.”
1100 nexweşên kronîk hene
Mamoste Yûsûf Gundikî jî li ser heman mijarê peyivî û got:’’Civaka Mexmûrê di nava van 30 salan de gelek rastî nêzîkatiyên ne hiqûqî hatiye. Gelek zilim dîtiye. Ev 2 heyvin Iraqê ambargo û rêgiriyek daniye ser wargehê û 3 nûnerên me li Bexdayê binçav kirine. Em vê nêzîkatiyê şermezar dikin. Ev nêzîkatî ne exlaqî û zagoniye. Ji ber ku em dizanin, ev nêzîkatî siyasî ne. Piştî hevdîtina Iraq û Tirkiyê, ev rewş rûda. Niha çûyîn û hatina wargehê hatiye astengkirin û nahêlin heta ku nexweş jî biçin tedawî bibin. Ev zilme tê kirin. Desteserkirina nûnerên me, binpêkirina zagon, pîvan û exlaqê xwe ye. Ji ber ku herî kêm 1100 nexweşên kronîk hene û rêya wan ya tedawiyê niha girtiye. Divê demek ji ya din zûtir rêveberên me bên berdan û ambargo bi dawî bibe. Ji bo wê ez bang li saziyên mafê mirovan dikim, xwedî li Mexmûrê derbikevin.”
Bêdeng nemînin
Jina ciwan a bi navê Kajîn Gûzereşî ev peyam da:“Mafê hemû penaberan heye ku azad jiyan bikin. Lê mixabin Iraq vî mafî ji destê me distîne. Iraq nahêle karkerên me biçin ser karên xwe, rê nade nexweş biçin tedawiyê, rê nade xwendevan zanîngehan bixwînin, karker li ser kar tên girtin û zilm li me tê kirin. Di cejnê de jî, karkerên me nekarîn bên malên xwe, kesên hatine jî nikarin carek din biçin ser karên xwe. Ev yek derveyî zagonane. Mafê mirovan divê bê parastin. Banga min ji bo tevahî kesên welatparêz ewe ku xwedî li wargehê derbikevin û bêdeng nemînin.”
ROJNEWS/JIYAN PÎRAN