Ambargoya li ser Mexmûrê rakin

Pêncşem 5 Hezîran 2025 - 03:15

Hevseroka Meclis Gel ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Filîz Budak da zanîn ku divê ambargoya li ser Mexmûrê demildest rabe û siyaseta li ser wê bi dawî bibe. 

Wargeha Mexmûrê piştî dorpêça PDK’ê, vê carê bi dorpêçek Iraqê re rûbirûye. Iraq ji 10’ê Nîsanê ve rê nade kel û pel bikevin nava wargehê, rê nade karker biçin ser karên xwe û nasnameyên xelkê wargehê nû nakin.

Hevseroka Meclisa Gel a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Filîz Budak, derbarê ambargoya Iraq û PDK’ê ya li ser wargehê, rêgirî, rewşa nûnerên wargehê yên niha hatine girtin, rola dewleta Tirk û PDK’ê ya di ambargoyê de, bandora astengiyan ya li ser jiyana xelkê û astengiyên ku Hikumeta Iraq ji wargehê re derdixe, axivî.

Çalakiya konvedanê

Filîz Budak behsa sedema kon vedanê ya dijî rêgirî û girtinan, herwiha sedema dawî anîna çalakiya kon vedanê kir; “Ji ber ku daxwazên me pêk nehatin, me kon veda, piştî wê bi beşa leşkerî ya li Mexmûrê re hevdîtinek hate kirin. Rayedaran di wê hevdîtinê de soz dan ku nasnameyan nû bikin, hevalên me berdin û pirsgirêkên heyî çareser bikin. Me jî li ser van sozên ku rayedarên Iraqê dan, konê xwe yê çalakiyê rakir. Em man benda sozên wan, lê heya niha hevalên me nehatine berdan.”

Mexmûrê dike nava bazariyê 

Hevseroka Meclis Gel ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Filîz Budak balkêşa ser destên derve yên di ambargo û astengiyên li ser wargehê de û wiha pêde çû; “Hevdîtinên Iraq û Tirkiyeyê çêdibin, ji dewleta Tirk dixwazin ku pirsgirêka avê çareser bike. Herwiha Iraq ji Tirkiyeyê dixwaze baregehên xwe yên leşkerî derbixe û êdî balafirên xwe ser Iraqê nefirîne. Lê Tirkiye vê qebûl nake û divê mijarê de Mexmûrê dixe nava bazariyê.

Bang kir 

Budak herî dawî ev bang kir; “Em bang li Neteweyên Yekbûyî, saziyên Mafê Mirovan û Hikumeta Iraqê dikin ku demek ji ya din zûtir dawî li vê ambargoyê bînin û siyaseta xwe ya ser wargehê biguherînin."

ROJNEWS/ARMANC HEREKOL/MEXMÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.