Bibin dengê xelkê Mexmûrê
În 30 Gulan 2025 - 03:35
Şaredariya Wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi daxuyaniyekê girtina endamên şandeya ku ji wargehê ji bo çareserkirina pirsgirêkên wargehê çûbû Bexda û di vegerê de hatine girtin şermezar kir. Ji 10’ê Nîsanê ve ambargoyek ji aliyê Iraqê ve li ser Wargeha Şehîd Rustem Cûdî tê meşandin. Bi vê boneyê şandeyek ji rêveberên wargehê ji bo çareserkirina van pirsgirêkan di 14’ê Gulanê de berê xwe dabûn Bexda. Piştî hevdîtina bi Wezîrê Dadê yê Iraqê re di vegerê de hatin girtin. Ev 15 rojin ti agahiyek zelal ji wan nayê zanîn.
Şaredariya Wargegha Mexmûrê bi daxuyaniyekê girtina endamên şandeyê şermezar kir. Têkildarî mijarê Hevşaredara wargehê Fatma Bîlen daxuyanî da. Fatma Bîlen diyar kir ku ev nêzî du meh in ambargoyek ji aliyê Iraqê ve li ser wargehê tê meşandin û got:“Piştî hevdîtinên rayedarên Iraq û Tirkiyê yên li Tirkiyeyê, ev nêzîkatiyên li beramberî wargeha me hîn zêdetir bûye. Tevî ku ev du salin bi ser nûkirina nasnameyên wargehê re derbas bûye jî nayên nûkirin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên wargehê, hevalên me yên berpirsyar çûbûn Bexda, lê di vegerê de hatin girtin. Piştî hevdîtinên ku bi wezîrê Dadê û rayedarên Iraqê re hatine kirin û piştre nenaskirina vî gelî em şermezar dikin. Em ê li beramberî van nêzîkatiyan helwestên xwe tûnd nîşan bidin.”
Têkoşîn wê berdewam be
Ev gel bi salane bi zor û zehmetiyan re rû bi rû mane û nasnameya ku bidestxistîn jî, bi bedelên herî giran hatiye bidest xistin. Vî gelî ti carî qanûnên Iraqê binpê nekiriye, li ser vî bingehî em daxwaza mafên xwe dikin. Em dibêjin heta ku hevalên me neyên berdan, wê hewildanên me berdewam be. Dîsa em bang li hemû sazî û dezgehên mafê mirovan dikin ku ji bo dengê gel bibin bersiv.” Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Mexmûrê’ bidawî bû.
ROJNEWS/ŞENGAL