Rê nadin alifê pez kom bikin

Sêşem 3 Hezîran 2025 - 02:45

Zext û astengiyên hikûmeta Iraqê ya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî her ku diçe zêdetir dibin. Li gor agahiyan, xelkê wargehê dema ku li rex wargehê ji bo lawirên xwe kayê kom dikirin û dixistin kîsan, leşkerên Iraqê bi wesayîtên zirxî çûne cem wan, nasnameyên wan jê standine û rê nedane karê xwe berdewam bikin. Hêjayî bibîrxistinê ye ji 10’ê Nîsanê ve ambargoyek girankirî ji aliyê Iraqê ve li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) tê meşandin. Bi wê ve girêdayî şandeya ku ji rêveberên wargehê pêktên ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên wargehê di 14’ê Gulanê (2025) de serdana Bexdayê kiribû, piştî ku hevdîtin bi wezîrê Edaletê re pektînin di vegerê de tên girtin. Tevî sozên rayedarên Iraqê dane, heya niha jî nûnerên wargehê nehatine berdan, Iraq rê nade nexweş ji bo tedawiyê ji wargehê derkevin, nahêle karker biçin kar û kel û pel bikevin nava wargehê.

ROJNEWS/MEXMÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.