Wê Tirkiye li Iraqê aloziyan derxe
Pêncşem 22 Gulan 2025 - 03:00
Pisporê Ewlehiyê Seyf Raed diyarkir ku dewleta Tirk ji bo parastina berjewendiyên xwe wê di dema pêş de li Iraqê aloziyan derxîne.
Pisporê Ewlehiyê Seyf Raed di derbarê hebûna hêzên dewleta Tirk a li nava xaka Iraq û Herêma Kurdistanê, her wiha metirsiya wê ya li ser siberoja Iraqê axivî.
Seyf Raed da zanîn tevî biryara PKK’ê jî, lê heta niha Tirkiye ti niyetek baş ji bo vekişîna ji Iraqê û valekirina baregehên leşkerî nîşan nedaye. Seyf got: “Qonaxa li pêşiya me pêwîstî bi helwestek cidî ya hikûmeta federal heye daku li ser vê mijarê bisekine.”
Di dewamê de Seyf Raed got: “Piştî pêngava dîrokî ya PKK’ê pêwîst e êdî hikûmeta Iraqê helwestek cidî ji bo derxistina artêşa Tirk ji nav xaka Herêma Kurdistan û Iraqê nîşande. Ji berku hebûna hêzên Tirk metirsiyek rasterast li ser ewlehiya Iraqê çêdike.”
Pisporê Ewlehiyê Seyf Raed diyarkir ku dewleta Tirk ji bo parastina berjewendiyên xwe wê di dema pêş de li Iraqê aloziyan derxîne.
ROJNEWS-BEXDA