Konferansa dîrokî ya li Lozanê

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 24 Tîrmeh 2023 - 00:18

  • Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya salvegera 100’emîn a Lozanê konferansa ‘’Di Sala 100’emîn a Peymana Lozanê de Helwesta Gelên Kurdistanê’’ organîze kir. Nûnerên partiyên siyasî û saziyên cur bi cur ên ji çar aliyên welêt beşdarî konferansê bûn.

Konferansa ku ji aliyê KNK'ê ve hat organîzekirin û du rojan dewam kir, di 100. salvegera Peymana Lozanê de li bajarê Lozanê yê Swîsreyê pêk hat. Di sala 1923'an de bi dewleta Tirk re di pêşengiya Îngilîstan û Fransayê de li Lozanê peyman hat mohrkirin û Kurdistan bû welatekî bê statu, bê nav û nîşan.

Roja şemiyê tevî konferansê Kurdistaniyan li Lozanê meşeke protestoyî jî li dar xist, got: ‘’Peymana Lozanê, siyaseta perçekirî û polîtîkayên bêedalet qebûl nakin. Êdî dema yekitiyê ye.’’  Meş li qada Qesra Rûmîne ya ku peyman lê hatiye îmzekirin bi dawî bû û veguherî mîtingê.

Di konferansa du rojan de sê panel di bin sernavên cuda de hatin lidarxistin. Di panela yekemîn a roja yekem de li ser “Peymana Lozanê û encamên wê yên li Kurdistanê” hatin nîqaşkirin. Di roja duyemîn a konferansê de, di panela duyemîn de ku ji du rûniştinan pêk hat de, "Rewş û têkoşîna jinê" û "Rewşa gelên Ermenî, Asûrî û Keldanî" hatin nîqaşkirin.

Di konferansa ku li Salona Kongreyê ya Beaulieu ya Lozanê pêk hat, ji çar parçeyên Kurdistanê zêdetirî 600 delegeyî ji çar aliyên cîhanê beşdar bûn. Salon bi cil û bergên Kurdî yên ku delegeyan li xwe kiribûn xemilî. Di konferansê de beşdaran bi zaravayên Soranî, Kurmancî, Goranî û Kirmanckî axivîn..

Di konferansê de timî dirûşma "Jin jiyan Azadî" hate qîrîn, li ser girîngiya yekîtiya neteweyî û di sedsala nû de Kurd li 4 parçeyan bi hev re tevbigerin, nîqaş hatin kirin. 

 

Divê em pêşiya Lozana Duyemîn bigirin

Li ser navê rêveberiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Abdulkerîm Omer ji rojnameya me re peyivî û destnîşan kir ku girîng e ev konferans di salvegera peymana ku li Lozanê bi perçebûna Kurdan re pêk hat bê lidarxistin. Omer got, "Di 100. salvegera vê konferansa ku ji bo tinekirina Kurdan hat lidarxistin de, Başûr û Rojavayê Kurdistanê destkeftiyên mezin bi dest xistin" û wiha dewam kir: "Dixwazin Lozana duyemîn pêk bînin û bi têkiliyên xwe yên dîplomatîk û bazirganiyê van destkeftiyan ji holê rakin. Ji bo ku Lozana duyemîn pêk neyê, parastin û pêşxistina van destkeftiyên Kurdistanê pêwîst e.”

Omer amaje bi wê yekê kir ku piştî şerê Rûsya û Ukraynayê hewl tê dayîn nîzameke nû ya cîhanê derkeve holê û got, “Tirkiye di vê demê de bi bandorkirina NATO û hêzên din ên herêmê di warê aborî û siyasî de, ji bo destkeftiyên Kurdan kar dike. Lê ez bi rihetî dixwazim bêjim ku dem ne dema 100 sal berê ye, Kurd jî ne Kurdên 100 sal berê ne. Di vê xalê de tenê kêmasiya Kurdan ew e ku yekitiya xwe nas nakin. Ez di vê baweriyê de me ku Kurd di sedsala pêş de bi pêkanîna hesreta xwe ya yekîtiyê, wê bigihêjin statuya xwe ya ku tê xwestin."

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal jî ji rojnameya me re peyivî û got: “Peymana Lozanê ji bo me Şêx Seîd, Agirî, Dêrsim, Enfal, Helebçe, Şengal, kembera Ereban li Rojavayê Kurdistanê, Plana Islahata Rojhilat li Bakur, îdamkirina Qad Mihemed li Rojhilat û Komkujiya Mehabatê ye.’’

 

Şaredarê Lozanê jî axivî

Şaredarê Lozanê Gregore Jupond jî di konferansê de peyivî. Wî jî got, di sala 1923’an de li vî bajarî peymanek hatiye îmzekirin û ev yek bingehê neheqiyeke mezin a li hemberî Kurdan e. Şaredar got “Em dixwazin li vir bi Kurdan re rûpeleke nû vekin. Em dixwazin vî tiştî li bajarê xwe bibêjin. Mafê gelê Kurd heye ku weke gelên din bijî.” Gregore Jupond diyar kir salona ku di sala 1923'an de Peymana Lozanê lê hatiye îmzekirin jî kirine muze.

 

Bi çavê jinan Lozan

Roja duyemîn bi panela "Sala 100'emîn a peymana Lozanê - Ji perspektîfa jinên Kurd nirxandina kolonyalîzmê" dewam kir. Panela ku ji aliyê Kurdê Omer û Seher Aydar ve hate birêvebirin, ji Zanîngeha Bremenê Munevver Azîzoglû û berpirsyara Saziyên Jinê yên li Silêmaniyeyê Nermîn Osman weke qiseker beşdar bûn. Panelîst Munevver Azîzoglû jî bi bîr xist ku beriya 100 salî bi peymanekê re Kurdistan hate parçekirin, lê belê gelê Kurdistanê ev peyman ti carî rewa nedît û qebûl nekir. Azîzoglû destnîşan kir ku jinên Kurd bi felsefe û paradîgmaya 'Jin, Jiyan, Azadî' ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di heman demê de li dijî Peymana Lozanê ku qirkirina jinê ye, têkoşînek dane destpêkirin. 

Di panela "Rewşa gelên Ermen, Asûr û Keldanî" de jî lêkolîner-nivîskar Aydin Aslan û perwerdekar Nayrî Mûradîan weke qiseker beşdar bûn. Nivîskarê Ermen Aydin Aslan bi Kurdî axivî û got, wan gotina 'Şêr şêr e çi jin e çi mêr e' ji jinên Kurd hîn bûne. Aydin Aslan ragihand ku Kurd û Ermen li heman xakê ne û pirsgirêkên wan jî hevpar e. Aydin Aslan bi bîr xist ku bi taybetî li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê Kurd û Ermen bi hev re dijîn û got, "Zarokên herdu gelan jêhatî û têkoşer in. Li dibistanên Ermen gelek xwendekarên Kurd hene. Ermenên li wê derê ji min xweştir bi Kurdî diaxivin. Ermen û Kurd xwişk û birayên hev in. Şerê me yek e. Dijminê me yek e."

Nayrî Mûradîan qala pirsgirêkên Asûr û Keldanî yên di dema Osmaniyan de kir. Mûradîan ragihand ku ev pirsgirêk bi rejîma komarê re mezintir bûn. Mûradîan anî ziman ku polîtîkayên komkujiyê yên komarê bûye sedem ku Asûrî, Keldanî û hindikahiyên din bi rengekî cidî koç bikin. Mûradîan diyar kir ku li Rojhilata Navîn Kurd jî di nav de di bingeha pirsgirêkên gelan hemûyan de Peymana Lozanê heye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.