Ji enternasyonalîstan banga meşa Kolnê
Çarşem 30 Cotmeh 2024 - 16:10
- Enternasyonalîstan ji bo tevlêbûna meşa 16’ê Mijdarê ya li Kolnê ku wê bi çarçoweya pêngava, ‘’Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’’ were lidarxistin banga tevlêbûnê kirin û gotin,’’Daxwaza me ev e: Qedexeya li dijî PKK’yê rawestînin! Ji Abdullah Ocalan re azadî!”
Bi çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû” di 16’ê Mijdarê wê li Kolnê meşek bê lidarxistin. Ji gelek aliyan bangên tevlêbûna meşa ji bo Azadiya Rêber Apo û dawîlêanîna bêhiqûqî, êşkence û tecrîda 26 salane tên.
14 komunên enternasyonalîstan, înîsiyatîf û saziyan jî banga tevlêbûna meşa navendî ya ku wê Kolnê bê lidarxistin hat kirin. Di daxuyaniya hevpar de hat diyarkirin ku tevî terora dewleta Tirk, PKK’ê têkoşîna xwe mezintir kir û hate gotin: “Piştî serketina li dijî DAÎŞ’ê ya Kobanê navendî, pergala Rojava ji bo têkoşînan demokrasiya radîkal, ekolojîk û femînîst bû hêviyek.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku têkiliyên tîcarî yên di navbera Tirkiye û Elmanyayê de, bûne sebeba biryara qedexeya li ser Tevgera Azadiya Kurdistanê û Rêber Apo ya ji hêla dewleta Elmanî ve hatî dayîn.
Ocalan bandoreke mayinde hişt
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin li gel tecrîda 26 salan jî Rêber Ocalan bi xebatên xwe yên ramanî yên weke ‘Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk’ û ‘Sosyolojiya Azadiyê’ bandoreke mayinde hiştiye, qedexekirina posterên Ocalan ên li Elmanyayê hate bibîrxistin û hate gotin li gel ku Dîwana Dadê ya Ewropayê diyar kiriye ku li dawiya 2018’an bi xeletî PKK tevî nav ‘’Lîsteya Rêxistinên Terorî ya YE’yê’’ kiriye jî Elmanya ji ber têkiliyên xwe yên ticarî û ji bo ku endama NATO’yê ye naxwaze têkiliyên xew bi Tirkiyê re xira bibe.
Ji Ocalan re azadî
Her wiha hate gotin di êrîşên Tirkiyê de yên li ser Rojava tangên Leopard 2 yên Elman têne şixulandin, Elman û Ewropa li dijî aktîvîstên Kurd bi roleke mezin dilîzin û hate gotin:’’Daxwaza me ev e: Qedexeya li dijî PKK’yê rawestînin! Ji Abdullah Ocalan re azadî!”
Enternasyonalîstên ku bang kirin
Sazî, înîsiyatîf û komunên banga tevlêbûna Meşa Navendî ya Kolnê kirine ev in:
* Internationalistische Jugendkommunen,
* Perspektive Kommunismus,
* Interventionistische Linke,
* Ende Gelände,
* Kommunistischer Aufbau,
* Migrattack - migrantische Selbstorganisierung,
* Women Defend Rojava,
* Initiative gegen Krieg und Militarisierung,
* Borderless Collective,
* Zora,
* Gemeinsam Kämpfen,
* Widerstandsvernetzung (Swîsre)
* Defend Kurdistan.
ANF