- Komek girseyî li xaçerêya Keel û Wîlson a Torontoyê li hev civiyan û êrîşên dagirkeriya qirker ên dewleta Tirk ên li ser Rojava, Qadên Parastinê yên Medyayê û Şengalê şermezar kirin. Kurdistanî û dostên wan bi eleqeyeke mezin tevlî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de ya bi tevlêbûna Kurdistaniyan û dostên wan polîtîkayên qirker ên dewleta Tirk a dagirker a bi dijminatiyeke ku hemû hiqûqa şer binpê dike ya li ser Kurdan hate şermezarkirin.
Di çalakiya ku her tim dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî", "Bijî Berxwedana Rojava", "Bijî Berxwedana Kurdistan" û "Stop Fascist Turkey Regime" hatin berzkirin û eleqe û bala welatiyên derdorê kişand.
Di daxuyaniya çapemeniyê de hat gotin ku ev êrîşên barbarî yê Tirkiyeyê yên li hemberî Kurdan hovîtîyeke bê exlaq û bê sinor e û hat destnîşankirin ku divê di zûtirîn demê de dawî li van kiryarên tund bê. Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku pirsgirêka Kurd bi rêya aştiyane û bi rêya muzakereyê were çareserkirin. Her wiha bal hat kişandin ser qurbaniyên sivîl û qeyranên mirovî yên ji ber êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê.
Di çalakiya ku li Torontoyê hat lidarxistin de piştgiriya civaka navneteweyî ya ji bo çareseriyek aştiyane ya bi rûmet hate xwestin û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd hate silavkirin. ANF