- Bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) û Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW), ji bo Şehîdên Meha Cotmehê li gelek bajarên Ewropayê merasîmên bîranînê hatin lidarxistin. Di merasîmên bîranînê de hate gotin Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bi şehîdan heta îro hatiye û bi tevlêbûna nav têkoşînê divê mirov layiqî şehîdan bibe.
Li bajarê Den Haag ê Holandayê bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurdistanê ya Holandayê (YJK-H) Şehîdên Meha Cotmehê hatin bibîranîn.
Em bi azadiya Rêber Apo motîve bibin
Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştre Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal axivî. Remzî Kartal, xwest hemû gelê welatparêz bi motîvasyona azadiya fîzîkî ya Rêber Apo beşdarî pêvajoyê û xebatan bibin.
Şehîd rêya me ronî dikin
Di şexsê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) a ku di 25’ê Cotmeha 1992’yan de bi berxwedana xwe ya efsanewî ya li dijî xiyanetê nemir bû, şervanên azadiyê yên di meha Cotmehê de şehîd bûne û Asya Alî û Rojger Hêlîn ên di 23'ê Cotmehê de li dijî TUSAŞ’ê çalakiya fedaî pêk anîn li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê hatin bibîranîn.
Gelek Kurdistanî û dostên wan beşdarî çalakiya bîranînê ya ku ji aliyê Yekîtiya Jinên Kurd a Elmanyayê (YJK-E) ve hat lidarxistin, bûn.
Endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Dilpak Doga ku beşdarî çalakiyê bû, axaftinek kir. Doga, bal kişand ser girîngiya çalakiya Asya Elî û Rojger Hêlîn û wiha domand: "Beşdarbûn, helwest, têkoşîn, ken û tilîliyên hevalên me yên şehîd wê her tim rêya me ronî bike."
Esas xeta Bêrîtan û Asya û Rojgeran e
Li bajarê Freiburg ê Elmanyayê Şehîdên Meha Cotmehê hatin bibîranîn. Bi sedan Kurdistanî beşdarî bîranîna li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Freiburgê hat lidarxistin, bûn.
Di axaftina li ser navê TJK-E'yê de hat diyarkirin ku divê xeta Bêrîtan û rastiya têkoşîna Asya Alî û Rojger Hêlîn esas bê girtin. Di axaftinê de hat destnîşankirin ku ew ê bi têkoşîna azadiya Kurd bigihînin cihê ku heq dike, xiyanetê têk bibin.
Her wiha banga beşdarbûna meşa 16’ê Mijdarê ya Kolnê wê bê lidarxistin hat kirin.
Bi têkoşînê mirov layiqî şehîdan bibe
Li bajarê Antwerpen ê Belçîkayê Şehîdên Meha Cotmehê hatin bibîranîn. Bîranîn di şexsê şehîd Asya Elî û şehîd Rojger Hêlîn ên ku di 23’yê Cotmehê de li dijî TUSAŞ’ê ya Enqereyê çalakiya fedaî pêk anîn, ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Piştî sînevîzyonê ji bo şehîdan hate nişandan axaftin hatin kirin û hate gotin divê bi tevlêbûna nav têkoşînê mirov dikare layiqî şehîdan bibe.
Pêvajo hate nirxandin
Li bajarê Elmanya Bonnê bi pêşengiya Navenda Kongreya Civaka Demokratîk (DTKM) Şehîdên Meha Cotmehê hatin bîranîn.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropa (KCDK-E) Zubeyde Zumrut û siyasetmedar Nursel Aydogan têkildarî pêvajoyê axivîn.
Asya û Rojger kesyatên azadiyê ne
Li bjarê Basel ê Swîsreyê çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Çalakî bi bîranîna gelek kesan pêk hat.
Bîranîna li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Endama YJK-S’ê Şîlan Karakoçan jî axivî û wiha got: “Şehîd rûmeta vî gelî ne. Ji bo vê têkoşînê giyanê xwe dan. Ger îro em di vê rewşê de ne bi saya şehîdan e. Şehîd Asya û şehîd Rojger ên ku rojên borî li Enqereyê çalakiya fedaî pêk anîn, kesayetên azadiyê bûne.
Piştre sînevîzyona ji bo bîranîna çalakvanên fedaî şehîd Asya Alî û şehîd Rojger Hêlîn hatibû amadekirin, hat pêşandan.
Her wiha li Bremen a Elmanyayê, li Strasboûrgê ya Fransayê, li Saarbrûcken û Hîldesheîmê ya Elmanyayê jî bi tevlêbûna bi sedan kesî şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn û hate gotin têkoşîna azadiyê bi şehîdan heta bi îro hatiye. Her wiha ji bo tevlêbûna çalakiya 16’ê Mijdarê ya li Kolnê bang hate kirin. ANF