Em ê yekitiya xwe biparêzin 

Duşem 17 Tîrmeh 2023 - 00:45

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi rasthatina salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê, li Amedê bi sernavê, "Jin salvegera 100’emîn a Lozanê nîqaş dikin" komxebatekê li dar dixe. Hem ji bajêr û hem jî ji derveyî bajêr, gelek jin tev li komxebatê bûn. Aktîvîsta TJA’yê Çaglar Demîrel destpkê peyivî û got, “Di vê sedsalê de li Lozanê li ser Kurd, Elewî, Asûrî, Ermenî, Êzîdî û gelan hemûyan çi biryar hatin girtin, em ê biaxivin. Ev nîqaş her tim ji aliyê mêran ve dihatin kirin. Li Lozanê jin û gel bi zêhniyeta mêr çawa hatin tinekirin? Çawa hatin asîmîlekirin, em ê bi hev re nîqaş bikin. Em ê rojekê bi van nîqaşan derbas bikin. Çi hat serê jinan, çand û zimanan? Em weke jinên li Mezopotamyayê li gel kedeke mezin, êşeke mezin dibînin. Lê divê ji îro û pê ve em ê çi bikin, em li ser vê nîqaş bikin. Jinan ev zilm û qetlîam qebûl nekir û wê qebûl nekin jî. Em ê yekitiya gelan û jinan biparêzin. Em ê bi hev re biryaran bidin. Weke TJA’yê em ê îro bi hev re yekitiya xwe ragihînin. Em ê têkoşîneke mezin bidin."  

Komxebatê li çapemeniyê girtî dewam kir û gava nûçeya me dihat amadekirin, hîna dewam dikir.  

MA / AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.