KNK’ê ji bo meşa li Lozanê bang kir
Şemî 19 Tîrmeh 2025 - 03:05
Konseya Rêveber a KNK’ê daxuyaniyek weşand û bang li partî, sazî, organîzasyon û kesayetên Kurdistanî hemûyan kir ku ji bo peyamên xwe yên li ser mijarê bigihînin raya giştî beşdarî meş û mîtînga li Lozanê bibin.
Komîteya Amadekariya Mîtîng û Meşa li dijî Peymana Lozanê ku Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) jî di nav de ye, bi wesîleya salvegera 102’emîn a vê peymanê ku Kurdistan kir çar parçe, bi beşdariya hemû partî û rêxistinên Kurdan 26’ê Tîrmehê meş û mîtîngekê lidar dixe.
Konseya Rêveber a KNK’ê daxuyaniyek weşand û bang li partî, sazî, organîzasyon û kesayetên Kurdistanî hemûyan kir ku ji bo peyamên xwe yên li ser mijarê bigihînin raya giştî beşdarî meş û mîtînga li Lozanê bibin. KNK’ê he wiha ragihand ku wê li Lozanê deklarasyonek bê pêşkêşkirin.
Di daxuyaniya KNK’ê de hate destnîşankirin ku di salvegera 102’emîn a Peymana Lozanê de ev bang wê li Lozanê careke din bê kirin.
Plansaziya meş û mîtîngê bi vî rengî ye:
Cih û dema çalakiyê: Lozan, 26’ê Tîrmeha 2025'an
Dem û cihê kombûn û destpêkirina meşê: Saet 13:00-14:00, Terrase Jean Monnet
Dem û cihê mîtîngê: Saet 16:00, Port Ouchy
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN