Meşa salvegera Peymana Lozanê

Pêncşem 24 Tîrmeh 2025 - 03:15

Di salvegera 102’emîn a Peymana Lozanê de gelê Kurdistanê û dostên wan xwe amade dikin ku 26’ê Tîrmehê li bajarê Lozan ê Swîsreyê peymanê şermezar bikin.

Peymana Lozanê dikeve sala 102’emîn ku hîmên rejîma înkar û qirkirinê ya ku dewletên emperyalîst li hemberî gelên Rojhilata Navîn ava kir, lê hate danîn. Gelê Kurdistanê û dostên wan xwe amade dikin ku di 26’ê Tîrmehê de li bajarê Lozan ê Swîsreyê peymanê şermezar bikin. Komîteya amadekar ku ji sazî û avaniyên siyasî yên Kurd pêk tê, amadekariyên dawî ji bo meş û mîtîngê qedandin.

Peymana Lozanê ku sala 1923’yan hate îmzekirin, hebûna neteweyî û statuya gelê Kurd tine hesiband û kir ku Kurdistan bi çar parçeyan bê parçekirin. Di salvegera 102’yemîn a peymanê de gelê Kurdistanê wê careke din dakeve qadan û li ber vê sîstema înkarê rabe. Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (CDK-S), Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lozanê û gelek saziyên Kurd ji bo tevlîbûneke xurt a li Meşa Lozan 2025 seferber bûn.

Hevseroka CDK-S’ê Dîlan Çetînkaya li ser amadekariyên meşê axivî û anî ziman ku Peymana Lozanê ne tenê belgeyeke dîrokî ye, di heman demê de bingeha polîtîkayên înkar û îmhayê ye ku hîn jî dewam dike. Dîlan Çetînkaya got, di vê demê de ku sîstema Rojhilata Navîn jinûve tê avakirin, gelê Kurd neçar e ku yekîtiya we pêk bîne, statuya xwe garantî bike û destnîşan kir ku ew meşê ji ber vê yekê ne tenê weke şermezarkirinê, her wiha weke bangek ji bo yekîtî û azadiyê dibînin.

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.