Dîrokê erka yekbûnê daye me!

Duşem 28 Tîrmeh 2025 - 03:45

  • Saziyên Kurd bi dirûşma "Me statuya Lozanê qebûl nekiriye û qebûl nakin" hatin ba hev, diyar kirin ku pêdivî bi pêşxistina stratejiyeke hevpar heye û gotin, Peyama Lozanê êdî ne derbasdar e."

Kurdistanî bi wesîleya salvegera 102’emîn salvegera Peymana Lozanê li bajarê Lozan a Swîsreyê li hev kom bûn û peymana ku Kurdistan kir çar parçe û sedsal li ser gelê Kurd û herêmê komkujî, asîmîlasyon û înkarkirin pêk anî bi meş û mîtîngek girseyî şermezar kirin.  Bi pêşengiya 17 tevgerên Kurdistanî, di nav wan de KCK, KNK, PUK, Tevgera Goran, Rêveberiya Xweser a Rojava, KCDK-E, TJK-E, PJAK, ESU, PÎK û PYD hene, bi hezaran kes li Qada Jean-Monnet kom bûn û ber bi Château d'Ouchy ya dîrokî a ku danûstandinên Peymana Lozanê lê dihatin kirin ve meşiyan.

Em ê qet qebûl nekin

Beriya meşê Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumrut têkildarî encamên giran ên sedsala Peymana Lozanê yên li ser Kurdan û gelên herêmê axivî û got:"Me tu carî ev peyman qebûl nekiriye û em ê tu carî qebûl nekin. Divê ev şerm bi dawî bibe." Zubeyde Zumrut li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye destpêkirin jî rawestiya û destnîşan kir ku ew ê ji bo serketina vê pêvajoyê xebatên xwe bidomînin.

Li ser navê Partiya Sosyalîst a Swîsreyê Julien Eggenberger axivî û got:"Peymana Lozanê ne tenê peymanek kevn û bi toz e; ew birînek vekirî ye. Heta ku ev birîn neyê naskirin û edalet pêk neyê, li Rojhilata Navîn aştiya mayinde ne mimkun e. We mafê xwe yê hebûnê, mafê xwe yê axaftina bi zimanê xwe, veguheztina çanda xwe, diyarkirina çarenûsa xwe parast.”

Divê dawî li vê şermê bê anîn

Parlamentera Partiya Kesk a kantona Vaud a Swîsreyê Dakkus bal kişand ser ku Peymana Lozanê ya ku Kurdan sedsal mehkûmî înkar kir û bang li civaka navneteweyî kir ku mafên bingehîn ên Kurdan nas bikin û azadiya wan misoger bikin.

Nûnerê Partiya Karkerên ê Lozanê  yê Swîsreyê Julien Schwap li ser girîngiya pêvajoya ku ji hêla Rêber Apo ve tê rêvebirin rawestiya û diyar kir ku ji bo serketina pêvajoyê divê dewleta Tirk gavên şênber bavêje. Piştî axaftinan, tevî barana zêde jî, girseyê pankartên bi nivîsên "Em Lozanê qebûl nakin" û ‘Peymana Lozanê peymanek qirkirinê ye" hilgirtin û gelek caran dirûşmeyên ku hêrsa xwe ya li hember peymanê diyar dikirin qîr kirin. Desteya Rêveber a KNK’ê li qada mîtîngê danezana 102’emîn salvegera Peymana Lozanê ragihand. Di danezanê de banga yekîtiya neteweyî di navbera partî û saziyên Kurd de hat kirin.

Em ji bo yekîtiyê amade ne

Piştî danezana KNK’ê, nûnerê YNK’ê Bextiyar Şêxanî axivî û got:"Her çiqasî welatê me parçekirî be jî, hêzên dagirker negihîşti  armancên xwe. Ji niha û pê ve ya girîng ew e ku nerazîbûna xwe ya li dijî vê peymanê bi helwesteke hevpar nîşan bidin." Endamê Konseya Rêveberî a KCK’ê Zûbeyîr Aydar jî wiha got: “Ger stratejiyeke me ya hevpar hebe, em dikarin statûya Kurdistanê bidin qebûlkirin. Erka me divê ev be. Li vir KNK’ê daxuyaniyek belav kir, em wekî KCK ji bo cîbicîkirina her bangeke di vê daxuyaniyê de amade ne.”

Ji Rojava netirsin

Serokê Partiya Demokratîk a Çep a Kurdên Sûriyê Salih Gedo got:“Kurd êdî ne ew Kurdên beriya sed salan in. Li her parçeyekê Kurd di pêvajoyeke girîng re derbas dibin. Pêvajo û banga dîrokî ya ku Rêber Apo dest pê kir ji bo hemû Kurdan girîng e û divê bê piştgirîkirin.”

Berpirsiyariya dîrokî li milê me ye

Walîyê Silêmaniyê Heval Ebubekîr bal kişand ser wêrankariyên giran ên ku Lozanê li ser Kurdan ferz kirine û behsa pêşketinên li çar parçeyên Kurdistanê kir. Wî got ku li herêmê hevsengiyên bingehîn diguherin û ev pêşketin berpirsyariyeke dîrokî ya yekbûnê li ser hemû Kurdan ferz dike. Di axaftinên ku li ser navê PJAK, GORAN, PÎK, Rêveberiya Xweser a Rojava, Suryanî, Asûrî û gelek tevgerên din hatin kirin de hate gotin ku gelê Kurd tu carî Peymana Lozanê qebûl nekiriye. Di axaftinan de bang li hêzên navneteweyî hate kirin ku neheqiya dîrokî ya beriya 102 salan bê naskirin û bi peymaneke nû ev yek bê telafîkirin. Mîtîng piştî axaftinan bi dirûşman bi dawî bû.

ANF/LOZAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.