Înkara bi Peymana Lozanê dest pê kir
În 25 Tîrmeh 2025 - 03:15
- Toros Korkmaz têkildarî Peymana Lozanê diyar kir ku Peymana Lozanê ne tenê sînor, di heman demê de gel jî parçe kir û ragihand ku peymana di 24’ê Tîrmeha 1923’yan de hate mohrkirin mafên bingehîn ên Kurdan û gelên din ên li Sewrê hebûn, bi temamî ji holê rakir.
Peymana Lozanê ku 102 sal di ser re derbas bûn, ne tenê sînorên Komara Tirkiyeyê her wiha erdnîgariya Kurdan bi sê parçeyên cuda parçe kir. Kurdên ku di nava sînorên Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê de man weke ‘gelê parçebûyî’ li ser dika dîrokê cih girtin; nasname û mafên wan jî bi giranî di bin siya peymanên navneteweyî û polîtîkayên dewletan de man.
Ji Zanîngeha Zurichê akademîsyen Toros Korkmaz bi wesîleya salvegera Peymana Lozanê axivî û diyar kir ku Lozanê tenê nexşeyên dewletan diyar nekir, her wiha bû destpêka wê yekê ku Kurdan û gelên din weke ‘yên nayên dîtin’ li derveyî dîrokê bêne dehfdan.
Çarçoveya vê mekanîzmayê jî bi giranî 24’ê Tîrmeha 1923’yan li bajarê Lozan ê Swîsreyê bi Peymana Aştiyê ya Lozanê hatiye diyarkirin.”
Toros Korkmaz destnîşan kir ku Peymana Lozanê ne tenê sînor, di heman demê de gel jî parçe kir û ragihand ku peymana di 24’ê Tîrmeha 1923’yan de hate mohrkirin mafên bingehîn ên Kurdan û gelên din ên li Sewrê hebûn, bi temamî ji holê rakir.
Toros Korkmaz ragihand ku bi Lozanê re dewleta Tirk ji taybetmendiya pir netewe ya Osmanî dûr ket, li ser nasnameya Tirk ava bû û destnîşan kir ku vê pêvajoyê Kurd bi temamî ber bi derveyî sîstemê dehf da û got: “Hebûna hiqûqî, siyasî û çandî ya Kurdan li wê maseyê tine hate hesibandin. Nexşe hate xêzkirin, lê belê navê Kurdan ti carî li wê nexşeyê nehate nivîsandin.”
Toros Korkmaz diyar kir ku Peymana Lozanê ne tenê metneke dîplomatîk e, her wiha şikestineke dîrokî ye ku gelê Kurd bi rengekî fermî li derve hate hiştin û got, “Eger li Lozanê navê Kurdan jî derbas nebû, ev yek ne tenê ji ber pêvajoya avakirina nasnameya neteweyî ya li Tirkiyeyê, her wiha pêwendiya xwe bi hevsengiyên siyasî yên navneteweyî yên wê demê heye. Îngilistan ku di destpêka sedsala 20’î de li Rojhilata Navîn aktorekî diyarker bû, li şûna Kurdan piştgirî da rêveberiya Kemalîst a li Enqereyê. Li pişt vê yekê hem berjewendiyên stratejîk hebû hem jî bêbaweriya ji Kurdan
Di navbera salên 1919 û 1921’ê de Kurdan li herêma Bakurê Iraqê ku weke Başûrê Kurdistanê tê pênasekirin li hemberî rêveberiya Îngiliz gelek caran serî hildan. Ev serhildan jî bûn sedem ku Kurd ji aliyê Îngilizan ve weke ‘civakeke ne aram û ne cihê baweriyê’ bê dîtin. Her wiha ji ber ku Kurd ji aliyê navxweyî ve xwedî cihêrengiyeke polîtîk bû û ji mekanîzmayeke hevpar a temsîlî bêpar bû, ev bêbawerî mezin bû.
Li aliyê din beşek ji Kurdan di pêvajoya Qirkirina Ermenan a 1915’an de bi bandora Îttîhat Terakkî ku rêveberiya neteweperest a Tirk a radîkal a Osmanî bû tevlî van sûcdariyan bûbûn, ku vê yekê bandoreke neyînî li nêrîna raya giştî ya Îngiliz û siyaseta wê ya li hemberî Kurdan kiribû. Dema ku têkiliya olî ya bi Tirkan re jî li ber çavan hate girtin, ji ber ku Kurd li şûna Ermenan bêhtir nêzî Tirkan bûn, Îngilistanê tercîha xwe kir ku bi rêveberiya Enqereyê re bixebite.
Li gel vê yekê îhtimala vegera mirovên ji Qirkirina Ermenan rizgar bûn li cih û warên xwe yên berê, li hin herêmên ku Kurd lê ne bûbû sedema fikarên cidî. Ev fikar bi giranî di nava wan eşîrên Kurdan de hebû ku dest danîbûn ser milên Ermenan an jî bi rengekî çalak di nava vê pêvajoyê de cih girtibûn. Lewma gava ji aliyê van koman ve bê nirxandin, hevkariya bi rêveberiya Enqereyê re hem ji aliyê siyasî hem jî ji aliyê civakî ve rêyeke ‘cihê baweriyê’ bû.
Peymana Lozanê ne tenê peymanek bû ku gelê Kurd tine hesiband û pêwendiya xwe bi siyaseta navxweyî hebû, di heman demê de encamek ji hevsengiyên berjewendiyan ên navneteweyî bû. Ji ber ku Kurd di vê pêvajoyê de bê statu hatin hiştin, di dehan salên piştî vê de bûn hedefa polîtîkayên asîmîlasyon, zext û înkarê. Ev rewş jî nîşaneya wê armancê ye ku Tirkiye li şûna civakeke pir nasname û pir çandî weke ‘neteweyeke Tirk’ a homojen bê avakirin.”
Toros Korkmaz got, “Lozanê ne tenê statuya Kurdan ji holê rakir, her wiha pêşî li polîtîkayên zextê vekir û di dema Komarê de bêne meşandin” û destnîşan kir ku înkarkirina nasnameya Kurdan bi xwe re îdeolojiyeke fermî ya nû afirand:
“Di sala 1923’yan de Kurd li meclîsa wê demê di asta parlamenteriyê de dihate temsîlkirin, lê belê li gel vê yekê jî pêwistî nedîtin ku nûnerekî xwe bixin nava wê heyetê ku peymana aştiyê ya Lozanê mohr bike. Li erdnîgariya Tirkiyeyê piştî Tirkan gelê herî mezin Kurd e, ji ber ku Kurd di hevdîtinên Lozanê de ne xwedî derfetê temsîlkirina berjewendiyên xwe bûn, destê heyeta Tirk xurt bû; bi vî rengî tenê Ermen, Rûm û Yahûdî li nava çarçoveya ‘hiqûqa hindikahiyan’ hatin bicihkirin.
Bêguman soza hikumeta wê demê ya ji bo xweseriyê ku dabû Kurdan bûbû cihê baweriyê. Lê belê wê demê nûnerên Kurdan ji rêveberiya Kemalîst a wê demê belgeyeke nivîskî ya li ser hêza pêkanîna hiqûqî ya xweseriyê nexwestin, ku ev yek weke kêmasiya asta hişmendiya polîtîk dikare bê şîrovekirin."
Li gel Peymana Lozanê bûyereke ku di nava raya giştî de zêde nayê zanîn ew e ku heyeta Tirk ji bo bajarên Mûsil û Kerkûkê bi dest bixe gelekî hewl da, lê belê ji ber ku Îngilistanê giraniya xwe da ser, ev herêm tevlî xaka welêt nekarî bê kirin.
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN/ÎSHAK DÛRSÛN