Li Lozanê seferata Kurdistanê

Nûçeyên Dîaspora

În 1 Îlon 2023 - 16:16

Projeyeke nûş ya şanoyê li bajarê Swîsreyê Lozanê (Lausanne) bi rê ve diçe. Yanî li wî bajarê ku beriya bi sedsalî Peymana Lozanê lê hat mohrkirin. Proje jî tam bi vê mijarê dadikeve: Ka peymanê çawa tesîr kir li Kurdan û têkoşîna Kurdan a ji bo diyarkirina çarenûsa xwe û xwebirêvebirinê paşê çawa dewam kir.

Proje ji rêzeke komxebat, nîşandana filman û minaqeşeyan pêk tê. Hunermend Jonas Staal û siyasetvana Kurd, endama KNK´ê Nilufer Koç projeyê bi cih dikin, û navê “New World Embassy: Kurdistan” (Sefareta Dinyaya Nû: Kurdistan) lê kirine. Proje û çalakiyên wê, wê li Vidy Theatre a Lozanê, 23 û 24´ê Îlonê bi rê ve biçe.

 

Berê xwe dide Rojava

Proje wê bi baldarî bi peymana ku hîmê Komara Tirkiyeyê daniye, dakeve. Lewma, peymanê di heman demê de hizr û pêşniyazên civaka navneteweyî ya hingê ya ku pêş didît Kurd jî bibin xwedî yekeyeke siyasî ya serbixwe jî betal kir.

Şano dibêje: “Beriya sed salan, mohrkerên Peymana Lozanê Rojhilata Navîn a Osmanî ji hev de xistin û netewebûna Kurdan red kirin, û erdên wan ên ji rêûresmê jî li nava çar yekeyên nû parvekirin: ev yeke wê bibûna dewletên Tirkiye, Sûrî, Îran û Iraq. Roja îro, rewşa heyî Kurdan li cihekê welê datîne ku divê li dijî DAIŞ´ê li ber xwe bidin, zilm li wan bê kirin, û li Rojava jî demokrasiyeke ceribandinê ya li derveyî netewe, cihî û femînîst bi cih bikin.”

 

Huner û siyaset bi hev re

Nûnerên siyasî yên Kurd peymanê weke destpêka sazûmankirina zilm û zexta li dijî gelê Kurd dibînin. Ji xwe çalakiyên di sedsaliya mohrkirina peymanê de Kurdan gelek çalakî li dar xistin û di vê çarçoveyê de li Lozanê meşeke mezin û konferanseke 2 rojî ya bi beşdariya qederê 800 kesî jî bi rê ve çû. Wan di heman demê de têkoşîna gel Kurd a ji bo xwerêveberin, xweserî û berxwedan li dijî siyasetên qirkeriyê jî kire rojev.

Projeya şanoyê wê bi van jî dakeve û her wiha balê bibe ser qebûla her diçe berferehtir dibe ya navenetweyî beramberî doza Kurdan. Di vê biwarê awirên projeyê wê nexasim biçin ser Bakurê û Rojhilatê Sûrî, projeya wê ya Rêveberiya Xweser û konfederalîzma demokratîk.

Şano dibêje, çalakiyên projeyê yên du rojan wê “sefareteke demkurt a dinayay nû deyne, û di nava wê de wê komxebatên bi beşdariya xelkê, nîşandana filman û minaqeşeyên bi beşdariya siyasetvan, pispor û hunermendan bi pirsa demokrasiya bê dewlet û çanda piştgiriyê dakevin.”

Ji çar hêlên Kurdistanê siyasetvan û hunermend, tevî hunermendên navneteweyî, fîgurên siyasî û pirtgirên tevgera azadiya Kurdistanê wê beşdarî çalakiyên projeyê bibin.

Jonas Staal bi xwe hunermendekî vîzual e. Berhemên wî bi têkiliya di navbera huner, propaganda û demokrasiyê de dadikevin. Ew di heman demê de damezirênerê rêxistina hunerî û siyasî “New World Summit” (Zivîna Bilind a Dinyaya Nû) ye.

ANF/LOZAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.