Hebûna Kurdan nas bikin

Duşem 24 Tîrmeh 2023 - 14:05

  • Tifaqa Kurdistanî bi wesîleya salvegera Peymana Lozanê, li Amedê daxuyaniyeke hevpar dan û gotin;’’Em ti carî vê peymanê qebûl nakin. Divê hebûna Kurdan bê nasîn, dewletên ku peyman îmze kirine, lêborînê ji Kurdan bixwazin.’’

Li Amedê nûnerên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Keskan a Çep (YSP), Partiya Komûnîst a Kurdistanê (KKP), Partiya Însan û Azadî (PÎA), Partiya Demokrat a Kurdistan-Tirkiye(PDK), Partiya Azadî, Hereketa Azadî, Komeleya Şoreşger a Demokratîk a Kurd (DDKD), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Komeleya Şex Seîd û Platforma Yekîtiya Jinên Kurd, bi wesîleya 100’emîn salvegera Peymana Lozanê li Cemiyeta Rojnamevanên Başûrrojhilat, daxuyaniyeke hevpar dan.

Ti carî peymanê qebûl nakin

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin;

’’Peymana Lozanê ji bo gelê me navê tarîtiyê, zext, qirkirin û zilma bêdawî ye. Di serî de em Peymana Lozanê ku tê de gelê me nehatiye temsîl kirin û îradeya wê tine hatiye hesibandin, bi tundî şermezar dikin. Me ti carî qebûl nekir û em ê nekin jî. Bi armanca destnîşankirina çarenûsa xwe, ji bo derbaskirina Peymana Lozanê wê gelê me tekoşîna xwe bidomîne.

Înkara Kurdan fermî bû

Hikûmeta Enqerê ku bi Peymana Lozanê fermî bû, piştî 3 mehan komar ragihand. Bi ragihandina komarê re, red û înkara gelê Kurd hate fermîkirin. Binesaziya pirnetew, pirçand, pirziman a erdnîgariya ku komara Tirkiyê li ser hate damezirandin, tine hate hesibandin û li ser bingeha Tirkîtiyê, yekperest û nijadperest hate avakirin. 

Zimanê Kurdî qedexe kirin

Bi destûra 1924’an hebûna gelê Kurd, ziman û çanda wê hate înkar kirin, têgeha hemwelatîbûnê ku herkesekî li Tirkiyê jiyan dike, Tirk dihesibîne hate danîn. Bi pîlana Şerq û Îslahatê ya 1925’an, sîstema rewşa awarte û leşkerî ku sedsalî dewam bike hate avakirin. Zimanê Kurdî qedexe kir, bê Kurd kirina Kurdistanê danî ber xwe, ji bo pêkanîna vê armancê qirkirina bi komî pîlan kir. Rejîma Kemalîst berxwedanên azadiyê yên neteweyî yên di sala 1921 Koçgirî, 1925 Şêx Seîd, 1928-30 Agirî, Zîlan, 1938 Dêrsim, komkujî jî di nav de, hercure rêbaz bikar anî û çewisand. Li hemberî ziman û çanda Kurd, polîtîkaya qirkirina çandî ya sed salî dewam kir, pêkanî.  

Stratejiya dewletê didome

Siyaseta yek reng û nijadperest weke stratejiya dewletê, sed salin, bi rengên cuda û bi amûrên cuda dewam kir, lê cewherê wê neguherî. Ev siyaset disala 1959’an de bi girtina 49’an, piştî darbeya 27’ê Gulanê girtina rewşenbîr, siyasetmedar û serokeşîrên Kurd a kampeke li Sêwasê û darizandina wan, darbeya leşkerî ya 1980’an ku yekser siyaseta Kurd hedefgirt, hovîtiya li girtîgeha Amedê, komkujî, şewitandina gund û navçeyên bi milyonan Kurdan û koçberkirina wan a di salên 1990’an de, heta roja me dewam dike. 

Siyaseta tecrîdê heye

Îro jî li herêma Kurdistanê û Rojava ya Xweser, li hemberî destketiyên gelê me êriş berdewam dikin. Li bakurê Kurdistanê îradeya gelê me tê desteserkirin û li rêveberiyên xwecihî qeyûm tên erkdar kirin, partiyên Kurdistanî bi gefa girtinê tên dorpêçkirin. Tecrîdeke tund ku ti huqûqekê raçav nake, tê pêkanîn. Li hemberî vê tekoşîna azadiyê ya neteweyî ya gelê me jî bê navber dewam kir û ji vir û şûnde jî bi biryardarî bidome. 

Destketiyên girîng hene

Li Başûrê Kurdistanê ji sala 2005’an ve statûyeke federal heye. Li Rojavayê Kurdistanê gelê Kurd di rêya azadiyê de destketiyên girîng bidest xistin. Em van destketiyan gelekî girîng dibînin. Ev herdu destketî di derbaskirina Peymana Lozanê û azadiya neteweyî ya gelê me de pêngavên girîng in. Li Rojhilat û Bakurê Kurdistanê jî di tekoşîna rizgariya neteweyî de sengerên girîng bidestxistin. 

Yekane rê yekîtiya neteweyî ye

Em ji bîr nekin ku gelê Kurd beriya sed salî, ji ber nekarî tifaqa neteweyî pêk bîne, di pêvajoya Lozanê de wenda kir. Em dikarin di vê sedsalê bi polîtîkayên ku tifaqa neteweyî pêk tîne, bidest bixin û Peymana Lozanê bê wate bikin. Em di serî de Brîtanya û Fransa, dewletên ku di parçekirin û bê statû hiştina Kurdan de rol lîstin û Peymana Lozanê îmze kirin, bang dikin ku lêborînê ji gelê me bixwazin û ji bo tekoşîna derbaskirina Lozanê piştgiriyê bidin. Bang li YN û Konseya Ewrûpayê, Yekîtiya Ewrûpayê û saziyên din ên navneteweyî dikin ku piştgiriyê bidin diyarkirina çarenûsa gelê me û derbaskirina dojeha Lozanê.

Hebûna me binasin

Gelê Kurd dixwaze di sedsala pêş me de, li gel gelên Tirk, Fars, Ereb û gelên din ên herêmê, li ser bingeha hiqûqa wekhev, bi hev re jiyan bike. Ne ku were red kirin û înkar kirin, ji bo afirandina şertên jiyana bi hevre ku xwe dispêre bi welatê xwe, bi nasnameya xwe ya neteweyî were nasîn, li ser bingeha statûya siyasî wekhev û erdnîgarî, tekoşînê dide. 

Mafê jiyana birûmet heye 

Banga me li dewleta Tirk ev e; şûna gotinên ku sed salin dewam dike ‘Me komar bi hev re ava kir, Kurd û Tirk du hebûnên esasî yê damezirînêr ê Komarê ne, em bi xwişk û birayên hezar salî ne’, pêwîstiya hiqûqa biratiyê bicîh bînin. Şûna siyaseta şer û înkarê, ji bo çareseriya aştîxwaz û demokratîk a pirsgirêka Kurd, gav bên avêtin. Bi destûra ku nû bê çêkirin, hebûna gelê Kurd û mafê netewbûna wê were nasîn. Mafê gelê Kurd heye ku li welatê xwe Kurdistanê bi azadî û bi rûmet jiyan bikin û ev yek şertê aştî û aramiya herêmê ye jî.’’

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.