- Kurdistaniyên li Ewropayê êrîşên dagirkeriya qirker ên Tirk ên li ser Rojava, Herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê şermezar kirin. Di çalakiyan de hate gotin dewleta Tirk sûcên şer dike, bang li raya giştî hate kirin ku dijî êrîşan bihistyar be û banga tevlêbûna li çalakiya li Kolnê ya 16’ê mehê hate kirin ku bi dirûşma,’’Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’’ wê were kirin.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava, Herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê li bajarê Nantes ê Fransayê bi meşekê hat şermezarkirin.
Meş bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Nantesê (CDK-N) û bi piştgiriya enternasyonalîstan hat lidarxistin. Di meşê de bi dirûşmeyên hate gotin,"Terorîst Erdogan, faşîst Erdogan", "Rejîma dewleta Tirk faşîst e", "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî Serok Apo".
Di axaftinan de hate gotin dewleta Tirk ku behsa ‘aştiyê’ dike êrîşên xwe yên li ser Rojava, Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne. Jin û zarokan qetil dike.
Em biherikin Kolnê
Li paytexta Fransa Parîsê Kurdistaniyan êrîşên dagirkeriya qirker ên Tirk bi meşekê şermezarkirin. Kurdistaniyên ku li Qada Gare De l'Est a Parîsê li hev civiyan heta bi bi dirûşmeyên ‘’kujer Erdogan’’ meşiyan.
Di axaftinan de bang hate kirin ku her kes li dijî êrîşên qirker ên Tirk rabe ser xwe û bang hate kirin ku Kurdistanî tevlî çalakiya 16’ê Mijdarê ya li Kolnê bibin ku wê bi dirûşma,’’Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’’ pêk were û dagirkeriya Tirk were şermezarkirin.
Sûcê şer e
Li bajarê Munîh ê Elmanyayê êrîşên dagirkeriyê hatin şermezarkirin û hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a faşîst sûcê şer kiriye.
Di çalakiyê de ku daxuyaniya tevgera jinan hat xwendin, dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî berxwedana YPG-YPJ" hatin berzkirin.
Banga bihistyariyê
Kurdistaniyên li bajarê Den Haag ê Holandayê, li ber avahiya Parlamentoya Holandayê hatin ba hev. Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser sivîlan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat şermezarkirin û banga bihistyariyê hate kirin.
Posterên Ocalan hatin rakirin
Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê li ser banga sendîka, partî û rêxistinên girseyî yên demokratîk çalakiya "Ji şer re na, aştî niha" hat lidarxistin. Çalakiya ku li ser banga Rete Kurdistan û Komîteya Kurd a Îtalyayê hat lidarxistin posterên Rêber Apo û alên YPG-YPJ’ê hatin hilgirtin.
Dewleta Tirk terorîst e
Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava li bajarê Kiel ê Elmanyayê hat şermezarkirin. Kurdistanî û dostên wan li ber Kiel Hauptbahnhofê li ser banga Însiyatîfa Defend Kurdistan a Kielê hatin ba hev.
Di daxuyaniya li ser navê Însiyatîfa Defend Kurdistan de hat gotin ev 5 roj in li Rojava nexweşxane, xwargeh û tankên avê bombebaran dike. Ev yek durûtî ye.”
Çalakvanan pankartên komkujiyên dewleta Tirk şermezar dikin hilgirtin û bênavber gotin dewleta Tirk terorîst e.
Êrîş li ser sivîlan in
Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê Kurdistanî û dostên wan êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.