Bi şert û merc lêvegera Kurdî

Nûçeyên Dîaspora

În 7 Tîrmeh 2023 - 01:05

Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî  peyama bi dîmen şand Komxebata Navneteweyî ya têkildarî Peymana Lozanê ya ku Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava organîze.

Mezlûm Ebdî li ser Peymana Lozanê got, "Polîtîkaya înkarê ku bi Peymana Lozanê re dest pê kir, ti encamên xwe pêk neanîn û têk çû. Îro li Rojhilata Navîn derfet di destê Kurdan de hene ku rastiya doza xwe û hebûna xwe di nexşeya Rojhilata Navîn de îsbat bikin."

mezlûm Ebdî diyar kir ku Kurdan bi fedakariyên mezin, destkeftiyên mezin bi dest xistine. Mezlûm Ebdî banga parastina destketiyan kir û got: "Divê em li rêbazên parastina van destekftiyan bigerin. Li Başûrê Kurdistanê destektî hene, divê werin parastin. Divê piştgiriya gelê Bakur were kirin. Divê xwedî li şoreşa Rojhilat were derketin da ku mafên xwe bi dest bixin. Di heman demê de divê piştgiriya Rojava were kirin."

Mazlûm Ebdî, bang li hêzên leşkerî û siyasî yên Kurdistanê kir da ku berxwedan û têkoşînê bidomînin, hêz û xîtaba xwe bikin yek, bêyî şert û mercan, vegerin lêvegra Kurdî, qonaxê bi awayekî zelal binirxînin da ku derfetan ji dest nedin.

Ebdî diyar kir ku QSD ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û ji bo pêkanîna yekitiya hêzan ji hemû diyalogan re amade ye. Ebdî bi bîr xist ku QSD'ê ji bo avakirina yekitiya hêzên siyasî yên li Rojava însiyatîf ragihandibû û got, "Me bi rêya însiyatîfên xwe hewl da hêz û aliyên siyasî yên li herêmê bikin yek. Me li ser nexşerêyeke siyasî li hev kiribû, lê ev însiyatîf sekinî. Ji bo ku ew însiyatîf dewam bike, em amade ne bi hemû partiyên siyasî yên Kurdan re rûnên. Ev qonax qonaxa xebateke hevpar e. Em bi hêvî ne ku partiyên Kurdan li ser maseya diyalogê rûnên."

ANHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.