Bi yekîtiyê Lozanê pûç bikin

În 21 Tîrmeh 2023 - 14:03

  • Zeyneb Mûrad sed saliya Peymana Lozanê nirxand, destnîşan kir ku bi sedan sal e li erdnîgariya Kurdistanê hêzên navneteweyî bazaran dikin û got, “Em dikarin bi yekîtiyê Lozanê pûç bikin.”

SEMA ÇAGLAK / JINNEWS / AMED

Peymana Lozanê ya ku pê Kurd û erdnîgariya Kurdistanê ji hev hatin parçekirin, 100 salên xwe temam dike. Vê peyamanê zerareke mezin li Kurdan kir; ji ber wê Kurd niha ji bo ku ev peyman neyê nûkirin û peymanên bi vî rengî li dijî wan neyên kirin, bi semîner, civîn, konferans û çalakiyên li Kurdistan û li gelek deverên cîhanê nîqaş dikin ka ew ê ji vir û pê ve çi bikin. 

Bi vê minasebetê Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdîstanê (KNK)’ê Zeyneb Murad bersiv da pirsên me.

Kurdan 28 caran serî hilda 

Peymana Lozanê bi lihevkirina dewleta Tirk bi hêzên împeryalîst re, di 24'ê Tîrmeha 1923'yan de hate temamkirin û Kurdistan di navbera Tirkiyê, Sûriye, Îraq û Îranê de hate dabeşkirin. Di her parçeyê Kurdistanê de tevahiya berhemên hebûna gelê Kurd, ketin ber talan û bişaftina Tirk, Ereb û Farisan. Piştî damezirandina Komara Tirkiyê, Kurdan 28 caran serî hilda.  Serokkomarê Tirkiyê yê berê Silêman Demirel ev hejmara serhildanan eşkere kiribû.

Siyaseta Lozanê dewam dike

Zeyneb Mûrad derbarê polîtîkayên piştî Peymana Lozanê de got, “Bi destê dewletên dagirker xwestin nasnameya Kurdan tine bikin. Guhertinên demografîk bi êrişeke mezin hatin meşandin. Dewletên dagirker bi armanca ku demografiya Kurdistanê biguherînin bi hezaran gund bi darê zorê vala kirin. Di heman demê de li her perçeyên Kurdistanê siyaseta bidarvekirin, kuştin û zindankirina pêşengên kurd hat meşandin. Ji Seyîd Riza heta Qazî Mihemmed, Şêx Mehmûdê Berzencî, yan hatin sirgûnkirin yan jî hatin qetilkirin. Ev siyaset îro bi dîlgirtina birêz Abdullah Ocalan dewam dike. Her wiha bi girtina pêşeng û sîyasetvanên Kurd û bi êrişên li ser desketiyên Kurdan xwe berfirehtir dike. Rastî ev e ku em Kurd êdî nema dixapin. Em îro xwedî rexistin, şoreş, hêzekê nû û xwediyê saziyên demokratîk in. Mînakeke herî nêzîk, ew jinên Kurd in yên ku di nav serhildana li Îranê cih girtin û ji tevahiya cîhanê re bûn mînak. Her wiha Şoreşa Rojava, wek şoreşa jinan tê pênasekirin. Îro Kurd xwedî destketî ne û li Başûrê Kurdistanê xwedî statu ne. Herçend bê rexnekirin jî ev destketiyeke gelê me ye. Li Rojavayê Kurdistanê jî piştî şoreşê, destketiyeke mezin heye û îro ji cîhanê re bûye mînak. Di çareserkirina pirsgirêkên Sûriyeyê de paradîgmaya demokratîk esas nayê girtin û ji ber vê encam nayê girtin. Li Tirkiyê di her warî de qeyraneke mezin heye. Bêyî çareserkirina pirsgirêka Kurd, pirsgirêken Tirkiyeyê nayên çareserkirin. Heta ku deriyê Îmraliyê neyê vekirin û birêz Abdullah Ocalan azad nebe, ti pirsgirêk nayên çareserkirin.

Çareserî tespîtên Ocalan in

Zeyneb Mûrad derbarê amadekariya konferansa li Lozanê ya îro û sibe de jî wiha axivî: “Em bi jin, siyasetvan, akademîsyen û ciwan bi deklerasyonekê em ê peyamên xwe bigihînin hêzên cîhanî. Êdî em qebûl nakin birêz Ocalan di esareta li Îmraliyê de bimîne. Amedekarî ji bo vê konferansê gelek berfireh e. Ev demeke dirêj e amadekarî tê kirin. Bi rastî em bi stratejiyên neteweyî neçin pêş, ev destketiyên me yên heta niha jî wê bikevin tehlûkeyê. Tirkiye, beriya sed salan li gorî berjewendiyên xwe tevgeriya û dewleteke piçûk ava kir. Lê ev dewleta piçûk jî li ser esasê yekrengî, faşîzmê, qirkerî û dagirkeriyê hat avakirin. Lê belê em dikarin vê hişmendiyê bişikînin. Îro, Kurd bûne faktora guherînê. Êdî Kurd pêşengetiya guhertinê dikin. Peymana Lozanê bi tenê di warê sîyasetê de hatiyê meşandin, lê pêwistî bi civakbûyînê heye. Birez Ocalan ev tespît beriya çend salan kiribû. Ev tespîtên birêz Abdullah Ocalan, ji bo Rojhilata Navîn û Kurdistanê rê û rebazên çareseriyê ne.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.