Konferans wê pêşengiya yekîtiyê bike
Sêşem 29 Nîsan 2025 - 03:20
Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad derbarê konferansa Yekrêziyê da zanîn ku ev konferans dê bandoreke erênî li ser kongreya yekîtiya neteweyî bike û bi vê konferansê dîtin ku Rojava dikare pêşengiya yekîtiyê bike.
Di 26’ê Nîsanê de li Qamişloyê bi tevlêbûna 400 delegeyan Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî a li Rojavayê Kurdistanê pêk hat. Ji Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê û deverên cûda şande di konferansê de amade bûn.
Nûnerên KNK, YNK, PDK, DEM Partî, DBP û gelek partiyên din tev li konferansê bûn. Li gorî komîteya amadekar a konferansê, nûnerên tevahî partiyên kurdî, rêxistinên jin û ciwanan, kesayetên rewşenbîrî û civakî, hunermend, rûspiyên eşîrên Rojava, kesaytên Kurd ên ji Şam, Heleb, Hema, Bab û Ezazê dê beşdar bibin. Di konferansê de peyamên partiyên ji derveyî welat jî hatin xwendin.
Têkildarî armanc û encama konferansê Hevseroka Kongreya Neteweya Kurdistanê (KNK) Zeynep Murad nirxandin kir. Zeyneb Mûrad ewil anî ziman ku Konferansa Yekrêziyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî bi awayekî berfireh pêk hat û wiha got: “Hejmarek gelek mezin beşdarî konferansê bû. Nûnerên aliyên siyasî û civaka medenî yên beşên din beşdar bûn. Li aliyê din nûnerên siyasî û civakî yên navçe û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûrî beşdarî vê konferansê bûn.”
Rojava bûye hêz û pêşeng
Zeyneb Mûrad bal kişand ser bandora konferansê ya li ser yekîtiya neteweya Kurd û wiha lê zêde kir: “Bêguman dê bandoreke erênî li ser yekîtiya neteweya Kurd bike. Rojavayê Kurdistanê li gel beşa herî biçûk a parçeyên Kurdistanê ye jî; her tim bi şoreşa xwe bûye hêz. Bi berxwedana Kobanê karîbû bandoreke erênî li ser tevahiya gelê Kurd û parçeyê Kurdistanê bike. Cereke din me dît ku Rojavayê Kurdistanê karibû hemû aliyên siyasî û civakî komî ser hev bike. Karîbû pêşengiyê bike. Em dibînin ku geşedanên li vir pêş dikevin bandorê li ser parçeyên din ên Kurdistanê dikin. Ev dibe bingeha konferansa giştî ya neteweyî. Dema herî dawî civîna sedsaliya Lozanê li Ewropayê pêk hat, biryar hat girtin ku kongreya neteweyî pêwistiyeke jiyanî ye û divê em vê kongreyê pêk bînin. Biryar hat girtin ku beriya vê kongreyê li her beşek Kurdistanê civîn û konferans pêk bên. Di wê civînê de nexşerêyek derket holê.
Wê şandeyek bê avakirin
Li ser erk û peyvira şandeya ku bê avakirin jî Zeyneb Mûrat ev tişt got: “Diyar e ku di encana diyalogên di navbera hikûmeta heyî û hêzên siyasî yên Rojava û Kurdistanê de hin gav hatine avêtin. Ev diyalog gihiştine vê encamê ku hin belgeyên hevpar derketin holê. Di encamnameyê de jî tespît bû ku demildest şandeyek bê avakirin û ji bo diyaloga di navbera Şamê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pêş bixe têkeve nava tevgerê. Divê ev şande bi taybet ji bo mîsogerkirina mafên tevahiya gelê Kurd têbikoşe û diyalogê bi hikûmeta navendî ya Şamê re pêş bixe.”
Rola jinan
Li ser rol û rista jinan jî Hevseroka KNKê Zeyneb Mûrad wiha bi dawî kir: “Di konferansê de mijareke herî girîng ku hat niqaşkirin jî rola jinan bû. Çareseriya pirsgirêka kurd û dîtina vîna jinê dê bandora xwe ya erênî li ser tevahiya Sûrî bike. Me ev yek di pratîka li herêmê de dît.”
AW/ MEHMET ALÎ ERTAŞ / NAVENDA NÛÇEYAN