Em ê yekîtiya xwe pêk bînin
Şemî 28 Hezîran 2025 - 03:15
ROZA METÎNA / AMED
Endama Platforma Yekîtiya Jinên Kurd Sultan Yaray da zanîn mijara yekîtiya jinên kurd taybet e û wiha got:”Bi taybet jin li konferansê li ser yekîtiyê sekinîn. Me got ji her aliyên Kurdistanê heta Ewropayê em ê çawa yekîtiya xwe xurt bikin ? Em ê xebatên xwe yên ji bo yekîtiya neteweyî dewam bikin. Em dibêjin em ê yekîtiya xwe pêk bînin.”
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd 21-22’yê Hezîranê de 3’yemîn konferansa xwe bi dirûşma ‘Bi yekîtiya jinên Kurd, ber bi yekîtiya neteweyî ve’ li Amedê konferansa xwe li dar xist. Jinan di konferansê de gelek mijar nîqaş kirin û piştre encamnameya xwe parve kirin.
Endama Platforma Yekîtiya Jinên Kurd Sultan Yaray li ser armanc û encamên konferansê nirxandin kir.
Konferans hatin lidarxistin
Sultan Yaray di destpêkê de behsa konferansên ji bo yekîtiyê hatine lidarxistin kir û wiha pê de çû:"Platforma Yekîtiya Jinên Kurd di 2017’an de hat damezrandin lê belê beriya wê jî heye. Di 2009’an de jî li Amedê jin li ser mijara yekîtiya neweteyî hatibûn gel hevdu. Wê demê nîqaş û guftugo li ser mijara yekîtiya neteweyî hatin kirin. Dîsa di 2010’an de bi tevlîbûna jinan ji her aliyên Kurdistanê konferanseke jinan hat lidarxistin. Li vir jinan gotin ji bo yekîtiya neteweyî em dikiarin çi bikin? Piştre di 2012’an de jî li Hewlêrê dîsa jin hatin gel hev û konferansek li dar xistin. Piştre jî di 2017’an de li Amedê em jin hatin gel hevdu me bi dirûşma ‘Ger em nebin yek em ê herin yek bi yek’ konferans li dar xist. Wê demê konferanseke têr, tije û xurt hat lidarxistin. Di 2019’an de jî me konferansa duyem li dar xist. Wê demê biryar hat girtin ku ji du salan carekê konferans were lidarxistin. Lê mixabin ji 2019’an vir ve me derfet nedît em konferansê li dar bixin. Çima me derfet nedît ? Bi rastî wê demê hinek hevalên me hatin girtin, hinek hatin surgunkirin, di erdhejê de hinek hevalan jiyana xwe ji dest dan. Yek jê Melîke Alp bû yek jî jê Ferda Cemîloglû bû. Vana jiyana xwe ji dest dan. Ayşe Gokkan ket girtîgehê. Me konferans li dar nexist lê belê kêm be jî xebatên me her tim dewam dikirin. Em carinan rû bi rû dihatin gel hevdu carinan jî bi rêya înternetê em dihatin gel hevdu. Me her tim bi jinan re hevdîtin dikir. Em her tim diçûn serdana saziyan.”
Me got em bibin alîgirên pêvajoyê
Sultan Yaray bi lêv kir ku wan xwestine bibin perçeyekî ji pêvajoya 'Aştî û Civaka Demokratîk' û wiha dewam kir:"Em jin herî dawî hatin gel hevdu û me biryara lidarixistina konferansa 3’yemîn dan. Me ev biryar jî çawa da ? Di 27’ê Sibatê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ kir. Birêz Ocalan herî zêde behsa jinan kir û silavên xwe ji wan re şand. Li vir girîngiya yekîtiya Gelê Kurd jî derket holê. Me jî got em bibin alîgirên vê pêvajoyê. Me got em dikarin dîsa konferansa xwe li dar bixin. Me konferansa xwe bi dirûşma ‘Bi yekîtiya jinên kurd ber bi yekîtiya neteweyî ve’ li dar xist. Gelek jin tevli vê konferansê bûn. Bi 101 delegeyî ev konferans pêk hat. Ji xeynî delegeyan 30-40 mêvan jî tevli bûn. Di du rojan de nîqaşên gelekî girîng hatin kirin. Kargeh hatin lidarxistin. Her kargehek nêzî 20-30 kesî tevlê bûn. Her kesî mijarek hilbijart. Di pêşxistina zimanê Kurdî de rol û misyona jinê çi ye ? Li dijî tundiya li ser jinan di civakê de rola jinan çi ye ? Dîsa di parastina çandê de rola jinan çi ye ? Di aştî û demokrasiyê de misyona jinan çi ye ? Li ser van mijarana kargeh hatin lidarxistin.”
Li ser koçberiyê nîqaş kirin
Sultan Yaray da zanîn wan di konferansê de qala polîtîkayên koçberiyê kirine û wiha got:"Bi salan e Gelê Kurd li ser axa xwe ji ziman, çand û hunera xwe bêpar hatine hiştin. Ji bo kurd ji ser axa xwe koçber bibin gelekî tundî hatine kirin. Kurd koçî metropolên Tirkiyeyê bûne koçî Ewropayê bûne. Ev mijareke girîng e. Loma em jin dema hatin gel hevdu me got em dikarin li ser vê mijarê çi bikin? Me li ser vêya jî nîqaş kir. Û me got em ê li dijî polîtîkayên koçberiyê jî li berxwe bidin.”
Em ê yekîtiya xwe pêk bînin
Sultan Yaray da zanîn mijara yekîtiya jinên kurd taybet e û wiha got:”Bi taybet jin li konferansê li ser yekîtiyê sekinîn. Me got ji her aliyên Kurdistanê heta Ewropayê em ê çawa yekîtiya xwe xurt bikin ? Em ê xebatên xwe yên ji bo yekîtiya neteweyî dewam bikin. Jixwe gelek kesî xwest ji bo yekîtiyê têbikoşin. Ji bo rêveberiya platformê jî xwe pêşniyar kirin. Em ê sekreteryaya xwe jî ava bikin. Em ji bo yekîtîyê gelekî bi hêvî ne. Em dibêjin em ê yekîtiya xwe pêk bînin. Çimkî dema gelek yekîtiya xwe pêk neyne nikare azad jî bibe. Loma jî mijara yekîtiyê girîng û taybet e.”
Li ser encamnameyê nîqaş kirin
Sultan Yaray bal bir ser encamên di konferansê de hatin rojevê û wiha bi dawî kir:"Di encama nîqaş û kargehan de dîsa jin hatin gel hevdu û li ser encamnameyê nîqaş kirin. Gelek pêşniyar hatin kirin. Lê belê me ji vana hinek hilbijartin. Çimkî me got em vana hemûyan bigirin ser milê xwe em ê nikaribin gişan pêk bînin. Tiştên me gotin em dikarin bikin me dan ber xwe. Wekî biryar yek jê me got em ê li her aliyên Kurdistanê ji bo parastina çand û zimanê xwe mîhrîcanan li dar bixin. Me got em dikarin panelan li dar bixin. Her wiha em dikarin pêvajoyê bi gel bidin nasîn. Me got em dikarin ji bo yekîtiya jinên kurd mal bi mal gund bi gund bigerin. Me got bi taybet wexta em bigerin em ê bêjin çima aştî, demokrasî û ev pêvajo girîng e. Em ê têkildarî vê mijarê kargehan jî li dar bixin. Bi rastî jinên hatin konferansê gelekî bi kelecan bûn. Jixwe berî konferansê jî em bi jinan re hatin gel hevdu û jinan gotin em ê bi kêfxweşî û dilxweşî tevli vê konferansê bibin. Yên ku derfet nedîtin werin jî gotin çi ji destên me bê em ê bikin. "