Bila nekevin hewldanên xapandinê
Şemî 28 Hezîran 2025 - 03:35
Nûran Seçkîn a ku di şer de 4 kes ji malbata xwe winda kir, got:"Li ber serê me şerê Îsraîl-Îranê heye. Divê aştî bê kirin. Hewceye dewlet ji bo vê gavên lezgîn û şênber biavêje."
Kurê Nûran Seçkînê (62) Ahmet Seçkîn di 2013’an de tevlî PKK’ê bû û di 2016’an de li Êlihê şehîd bû, biraziyê wê Rojhat Seçkîn di 2013’an de tevlî PKK’ê bû û li Mûxlayê şehîd bû, biraziyê wê Huseyîn Seçkîn (birayê Rojhat) di 2017’an de şehîd bû û keça wê Hatîce Seçkîn a ku di 1997’an de tevlî PKK’ê bû jî hêj di nava refên PKK’ê de ye. Nûran Seçkînê desnîşan kir ku piştî bangê, PKK’ê xwe fesix kir lê belê Tirkiyeyê hêj tu gav neavêtiye û erişan berdewam dike. Nûran Seçkînê xwest dewlet dev ji vê helwesta xwe berde. Nûran Seçkînê bal kişand ser texrîbatên şer û got:"Êdî bes e bila mirov nemirin, dayik negirîn. Ev banga min e ji bo dayikan; rêya ku rêzdar Ocalan ji bo aştiyê vekirî bila her kes xwedî lê derbikeve. Kesên ku di vî şerî de birîndar bûne, bandor bûne bila bên em bi hev re aştiyê ava bikin. Bi kê re piçek wicdan, merhamet hebe bila xwedî li vê pêvajoyê derbikeve. Ev soza me ye bo zarokên me, soza me ya bo şehîdan e; heta dilopa dawî ya xwîna me em ê têbikoşin. Em ê têkoşîna aştiya birûmet bidomînin.”
Kurd ne Kurdên berê ne
Bi domdarî Nûran Seçkînê diyar kir ku wek malbat ji sala 1980’ê heta niha rastî zordariya dewletê hatine û got:“Min ji malbata xwe 4 kes winda kir. Keça min li dijî tundî û êşkenceyê di sala 1997’an de derket çiyê. Em ê ji bo aştiya birûmet têbikoşin. Divê dayikên leşker û polêsan beşdarî vê pêvajoyê bibin. Li ber pozê me şereke mezin heye. Şerê Îran-Îsraîlê. Divê tavilê aştî pêk bê.” Nûran Seçkînê destnîşan kir ku aştî bi yek alî nabe û got:“Pêvajo didome lê belê li ser axa me her roj bombebaran tê kirin. Mirov tên kuştin. Girtiyên nexweş dimirin. Ji bo rewşa girtîgehan hêj gav nehatiye avêtin. Her tim balafir bombebaran dikin. Divê çekdanîn jî ne yekalî be. Ger mercên demokratîk bên avakirin jixwe pêdivî bi çekê namîne. Lê ne mercên demokratîk ava dikin û ne jî dev ji êrişan ber didin. Di şer de kesek sernakeve. Şer tenê dide windakirin. Bila dewlet nekeve hewldana xapandinê. Kurd ne Kurdên berê ne û ne jî bê rêxistin in. Werin bi awayeke lezgîn gavên şênber biavêjin. Di nava aştiyeke birûmet de cih bigirin. Em ji bo aştiyê bi xwe bawer in.”
MA/ÊLIH