Wê ji bo Ocalan meş bên lidarxistin
Çarşem 25 Hezîran 2025 - 02:45
Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan wê li bajarên kantona Cizîrê meş werin lidarxistin.
Înisiyatîfên Gel a Kantona Cizîrê ya Ji Bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li bajarê Qamişlo û Dêrikê amadekariyên lidarxistina meşên girseyî dike.
Li gorî agahiyên komîteyên amadekar girtine, li Qamişloyê (25`ê Hezîranê) meş tê lidarxistin. Meş saet di 18.00`an de ji Çerxerêya Yûsif Gulo dest pê dike û heta Navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo dewam dike. Li bajarê Dêrikê jî 26`ê Hezîranê meş tê lidarxistin.
Endamên însiyatîfan bi rêya komînan banga tevlêbûna meşan kir.
Li bajarên din ên kantona Cizîrê jî dê di rojên pêş de meş werin lidarxistin.
ANHA/QAMIŞLO