Ji bo azadiya Ocalan divê gav bên avêtin

Sêşem 24 Hezîran 2025 - 03:40

Hevserokê Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan parêzer Mihemed Emîn El Neîmî bi lêv kir ku divê ji bo azadiya Rêber Ocalan gav bên avêtin û bang li qada navneteweyî jî kir. 

Dewleta Tirk a dagirker polîtîkayên xwe yên derengxistin û astengkirinê yên têkildarî banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, didomîne, tevî ku ev bang li herêmê û cîhanê bi awayekî berfereh hatiye pêşwazîkirin.

Hevserokê Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan parêzer Mihemed Emîn El Neîmî da zanîn ku hevdîtinên heta niha bi Rêber Abdullah Ocalan re hatine kirin, tenê di çarçovaya siyasî û malbatî de ne, lê ji bo bersivdayîna banga aştiyê divê hin gavên berfireh ên zagonî, leşkerî û aborî werin avêtin. Her wiha bal kişand ser wê yekê ku Tirkiye hewl dide vê bangê di çarçoveyên teng de sînordar bike da ku wê ji naveroka wê ya rastîn vala bike.

El Neîmî diyar ku israra dewleta Tirk a dagirker a ji bo pêşîgirtina li hevdîtinên hiqûqî bi Rêber Abdullah Ocalan re, hewldaneke bo lewazkirina banga aştiyê û berdewam hişmendiya otorîter a ku çareseriyên demokratîk red dike ye. Her wiha destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan rêberekî navneteweyî ye û divê derfet bê dayîn ku komîteyên mafên mirovan bi wî re hevdîtinê pêk bînin û ji bo azadiya wî fîzîkî bixebitin. Ji ber ev yek ji bo serkeftina bang aştiyê şertekî bingehîn e.

El Neîmî her wiha bang li rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan kir ku erk û berpirsyariyên xwe pêk bînin û zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin da ku pêvajoya aştiyê bi ser bikeve rê li ber  şer û rijandina xwînê were girtin.

ANHA/RÊNAS REMO/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.