Hebûna gelê xwe parastin

Şemî 28 Hezîran 2025 - 03:45

  • HPG-NRÇ'ê nasnameya 2 gerîlayên li Zapê şehîd bûn eşkere kir û got:"Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Sîpan û Mahsûm em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin."

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên ku di 4’ê Cotmeha 2024’an de li Zapê şehîd bûne eşkere kir. Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê (HPG-NRÇ) bi vî rengî ye:"Hevrêyên me Sîpan û Mahsûm ku mîlîtanên fedayî yên Apoyî ne roja 4’ê Cotmeha 2024’an di êrîşa dijmin a li Qada Berxwedanê ya Sergelê ya Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê de şehîd bûn.

Hevrêyên me Sîpan û Mahsûm ên ku xwestin hebûna gelê me biparêzin, azadiya wan pêk bînin û bidin pey şopa şehîdan, ji Qamişlo û Amedê tevlî refên azadiyê bûn. Di temenekî ciwan de tevlî têkoşînê bûn û barê giran ê doza azadiya gelê Kurd dan ser milê xwe. Bi fedakariyekî mezin û bi hesta bilind a fedayîbûnê tevlî têkoşînê bûn. Hevrê Sîpan û Mahsûm di qadên cuda de serkefinên mezin pêk anîn û her xebatê bêkêmanî bi cih anîn. Bi ruhê fedayî yê Apoyî tevlî Hêzên Taybet bûn û bûn peyrewên Zîlan, Sara, Rûken, Rojhat, Erdal, Asya, Rojger, Delîl, Guven, Dîdar, Andok, Ciwan, Doga, Gabar, Munzur, Abbas, Lorîn, Hakî, Serxwebûn, Armanc û gelek fermandarên fedayî. Xwe fedayî doza azadiya gelê me kirin û têkoşiyan. Hevrêyên me Sîpan û Mahsûm ku bawerî, hezkirin û rêzdariya mezin a tevgerê û hevrêyên me qezenc kirin, wekî namzetên fermandarên ciwan ên serdema nû derketin pêş. Bûn mîlîtanên ku ji bo pêşketînê vekirî, berbi rêya serkeftinê re dimeşîn û namzetên wergirtina pêvajoyekî xwedî bendawariyên mezin. 

Em sersaxiyê di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Sîpan û Mahsûm ji gelê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin. Em soza xwe nû dikin ku ala têkoşînê ya ku milîtanên fedayî yên Apoyî dewrî me kirine bigihînin serkeftinê û bîranînên wan her tim bidin jiyîn.

Di serketinê de kilît bibûn

Hevrêyê me Sîpan li Qamişloyê di nava malbatekî xwedî kevneşopiya welatparêziya kûr de jidayîk bû. Di sala 2015’an de tevlî refên gerîla bû. Hevrêyê me ku di sala 2017’an de di binesaziya Hêzên Taybet de ji pêvajoyekî perwerdehiyê ya zehmet re derbas bû. Piştî ku perwerdeya xwe bi awayekî serkeftî temam kir, cihê xwe di xebatên girîng ên di binesaziya Fermandariya me ya Biryargeha Navendî de cih girt. Her erka xwe bi hişmendiya layiqbûna şehîdan pêk anî. Hevrêyê me ku hem di aliyê îdeolojîk û hem jî leşkerî de kûr bû, ji bo ku cihê xwe li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bigre, derbasî Eyaleta Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bû. Hevrêyê me yê ku kêliyek jî di meşa xeta fedayî de dudil nebû û ji bo tola hevrêyên me yên şehîd hilîne li ser taktîkên demê lêhûrbûn bû, di têkoşîna serdemê de bû xwediyê kedekî girîng.

Hevrêyê me Mahsûm li navçeya Çermûg ê Amedê jidayîk bû. Di sala 2015’an de tevlî refên têkoşînê bû. Hevrêyê me di sala 2023’an de tevlî xebatên perwerdehiya Hêzên Taybet bû, bi xwendina Rêbertiya me re daneheva îdeolojîk qezenc kir û di tarz û taktîkên gerîla de kûr bû. Hevrêyên me yên fedayî û navê xwe li dîroka me ya têkoşînê bi awayekî neyê jêbirin nivîsandî, kir rênîşanderê xwe. Hevrêyê me piştî ku perwerdeya xwe bi awayekî serkeftî temam kir, israr kir ku derbasî qadên ku şer lê giran e bibe. Hevrêyê me Mahsûm li gorî bendewariyên pêvajoyê tevgeriya û erkên mîlîtaniya fedayî yê Apoyî bêdudilî pêk anî. Bû yek ji milîtanên fedayî yê Apoyî ku rê neda dagirkeran û hemû beralîbûnên dijmin vala derxist. Hevrêyê me Mahsûm wê bi qabiliyeta xwe ya leşkerî, daneheva xwe ya îdeolojîk, hevrêtiya xwe ya xurt û bi kesayeta xwe ya di serkeftinê de kilîd bûyî, her tim ji me re bibe mînak."

Agahiyên derbarê nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

Sîpan Hêvî (Huseyîn Alî), li Qamişlo jidayîk bûye, 4’ê Cotmeha 2024’an li Zapê şehîd bû.

Mahsûm Amed (Cafer Dalkiliç), li Amedê jidayîk bûye, 4’ê Cotmeha 2024’an li Zapê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.