Eger dewlet ji dil be divê gavê biavêje
Şemî 28 Hezîran 2025 - 03:40
Gelê ku di nava şerê pêncî salî de êşên gelekî giran kişandiye, bû ew alî ku herî zêde xwedî li aştiyê derdikeve. Yên ku herî zêde piştgiriyê didin pêvajoya aştiyê jî ew malbat in ku ewladên xwe di şer de ji dest dane. Yek ji wan malbatan jî Makbûle Guner e ku li navçeya Sûr a Amedê dimîne. Dayika Makbûle di şer de kurê xwe Yilmaz Guner ji dest da. Mala ku Makbûle Guner lê dimîne gelek caran bû hedefa polîsan, kurekî wê jî hate girtin û şandin girtîgehê. Li gel ewqas zext û zordariyê jî ti carî dest ji daxwaz û têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê berneda.
Kurê Makbûle Guner Herekol Canşêr (Yilmaz Guner) piştî ku sala 2010'an tevlî nava refên PKK'ê bû, dema ku DAÎŞ'ê êrîşî Herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, derbasî Kobanê bû. Di vî şerî de bi giranî birîndar bû û 3'ê Adara 2015'an şehîd bû, li Rojava hate veşartin.
Gelekî ji gelê xwe hez dikir
Makbûle Guner ragihand ku kurê wê gelekî hez ji zarokan û gelê xwe dikir û got:"Kurê min gelekî hez ji xwendinê dikir. Xwendina zanîngehê qezenc kir û çû Meletiyê. Hem dixebitî hem jî dixwend. Li Meletiyê ji bo xwendina zarokên ku rewşa wan a madî nebaş bû, bi hevalên xwe re komele ava kir.
Gelekî hez ji zarokan dikir, ji bo xwendina wan têkoşiya. Piştî çend salan polîsan avêtin ser komeleyê û hemû hevalên wî girt. Kurê min got, ew ê nekeve girtîgehê û tevlî PKK'ê bû. Weke her ciwanekî Kurd gelekî hez ji partiyê dikir. Kurê min ji aliyê her kesî ve dihate hezkirin. Ji be rku wî hez ji gelê xwe dikir."
Em piştgiriyê didin Rêber APO
Makbûle Guner diyar kir ku pêvajoya aştiyê ya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin gelekî girîng û dîrokî ye û got:"Rêya Rêber Apo em hemû kêfxweş kir. Em piştgiriyê didin vê rêyê. Em dixwazin êdî ev şer biqede. Em dixwazin ev pêvajo bi aştiyê bi encam bibe. Me zarokên xwe ji dest dan, em naxwazin neviyên xwe ji dest bidin. Ne tenê dayika gerîla, bila êdî dayika leşkeran jî negirî. Ez bang li rêveberên dewleta Tirk dikim: Êdî gavê biavêjin û vê pirsgirêkê çareser bikin. Bila kes nemire. Êşa ku me kişandin wan nekişandin. Ev xak xaka me ye. Zarokên me ji bo xak, çand û zimanê xwe têkoşiyan. Kurê min jî ji bo gelê xwe têkoşiya."
Heta dawî dibêjin aştî
Makbûle Guner destnîşan kir ku divê êdî dewlet ji bo çareseriyê gavên şênber biavêje û got:"Ji bilî hevdîtina bi Rêber Apo re tiştekî nakin. Qala aştiyê dikin, lê belê her roj balafirên şer radikin. Ti samîmiyeta wan nîne. Eger bi rastî jî ji dil bin bila balafirên şer ranekin. Hêviya me ya aştiyê her tim heye. Beriya her tiştî bila Serok Apo û hemû girtiyên siyasî berdin. Aştî bi yekalî nabe. Em ê heta gotina xwe ya dawî bibêjin aştî."
ANF/AMED