Di bin payerêyê de hatin veşartin

Şemî 28 Hezîran 2025 - 03:20

Yûsûf Doner ku cenazeyên 2 zarokên wî di bin payerêya Kîlyosê de hatine definkirin, got: “Ji bo bavekî mirin xweştir e ku li şûna cenazeyên du zarokên xwe di bin wê payerêyê de bibîne. Lê îradeya min pir xurt e. Nexwe min niha hişê xwe berada.” 

Piştî êrişa li dijî goristana Xerzanê ya di navbera gundên Oleka Jor û Oleka Jêr ên Bedlîsê, artêşa Tirk 267 cenaze ji gorên wan derxistin û birin Stenbolê. Dewleta Tirk, cenaze xist qutiyên plastîk û di bin payerêya Goristana Kîlyosê de veşart. Yek malbata ku cenazeyên 2 zarokên wan di bin payerêya Kîlyosê de hatine definkirin jî malbata Doner e. Malbat, li gundê Kunduzê ya navçeya Xîzanê ya Bedlîsê dijî. Tiştên malbatê jiyayî, yek ji kurteçîroka êşên dewlet û îktîdarê bi gelê Kurd daye jiyîn e. 

Yûsûf Doner ku tevî hemû hewldanan jî nekarî cenazeyên zarokên xwe bigire, bi dehan caran di navbera dozgeriyên Stenbol û Bedlîsê de hat û çû û ev kirarî êdî veguherî îşkenceyê. Li gel ku DNA’ya wî û zarokên wî hev digirt jî, cenazeyên wan bi navbera du mehan hatin dayin. Malbatê, piştî 2 sal û 70 rojan, di 15’ê Kanûna 2019’an de cenazeyê Ahmet wergirt û li gundê Kunduzê defin kir. Piştî definkirina cenazeyê, îcar jî ji bo wergirtina cenazeyê Huseyîn kete ser rêyan. Piştî hewldanên du mehan, cenazeyê Huseyîn Doner di 29’ê Sibata 2020’an de hate radestkirin. Malbatê cenaze anî gund û li pêşiya mala xwe defin kir. 

Bav Yûsûf Doner, tevî tiştên jiyayî jî dibêje ku hêviya wî ya aştiyê heye. Ji bo pirsa “We ewqas êş kişandin lê hûn çawa ewqas ji aştiyê bihêvî ne?” jî Doner wiha dibersivîne: “Ji bo bavekî mirin xweştir e ku li şûna cenazeyên du zarokên xwe di bin wê payerêyê de bibîne. Lê îradeya min pir xurt e. Nexwe min niha hişê xwe berada. Bila canê hevalan sax be. Me ev yek ji bo dozeke mafdar jiya û ev ji bo me cihê rûmetê ye. Mirov dikare ji bo ax û doza xwe van bijî.” 

MA / BEDLÎS / ADNAN BÎLEN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.